Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad ragihand, pêwîstiya Şingalê bi avakirina şaneya krîza tune ye û pêngaveke bi vî awayî dê kirîzan li Şingalê zêdetir bike.
Beşîr Hedad biryara Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ya di derbarê avakirina şaneya krîzan li Şingalê de rexne kir.
Beşîr Hedad di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand ku pêwîst nake şaneya krîzan li Şingalê were pêkanîn, ji ber ku birêvebiriya rewa ya Şingalê heye û divê heta hilbijartinên encûmenên parêzgehan, ew rêveberî li Şingalê li ser karê xwe berdewam be.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê da xuyakirin ku pêkanîna şaneya kirîzan li Şingalê dê pirsgirêkan zêdetir dike û çareser nake.
Beşîr Hedad tekez kir ku hikûmeta Iraqê rêveberiya rewa ya Şingalê nas dike, lewma divê ew li ser karê xwe berdewam be.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî duh di civînekê de li gel hoz û rûsipiyên Kurdên Êzidî yên Şingalê civiyabû û ragihandibû, Êzidî rûbirûyê komkûjî û sitemkariyê bûne û biryara pêkanîna şaneya kirîzan li Şingalê dabû.
Helbûs herwihaî di vê hevdîtinê de soz dabû ku hemû pirsgirêkên ewlehiyê yên Şingalê çareser bike û kar ji bo dûbare vegerandina bihevrejiyana hemû pêkhateyan û proseya avakirinê bike.
Helbûsî amaje bi êrîşên DAIŞê bo ser Kurdên Êzidî jî kiribû ku û ragihandibû ku DAIŞê perçebûn di navbera pêkhateyên Neynewayê de çêkiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse