Fraksyonên Kurdistanî li mala Serokkomar xwe yekalî dikin

02-03-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Bûdce Fraksyonên Kurdistanî Serokatiya Komar
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Fraksyonên Kurdistanî li Parlamentoya Iraqê, îro danê êvarê li mala Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm dicivin û helwêsta xwe ya dawî li ser bûdceyê diyar dikin.

 

Roja Pêncşemê 1ê Adara 2018an Parlamentoya Iraqê bêyî beşdarbûna Kurdan li ser bûdceyê civiya û projeyasaya bûdceyê xiste dengdanê. Ji 58 maddeyan 12 madde hatin pesendkirin. Roja Şemiya dahatû jî dengdan li ser maddeyên din tê kirin. Li ser heman mijarê hersê serokatiyên Iraqê civiyan, civînê ku çar saetan berdewam kir ti encam jê derneket.

 

Di vê derbarê de Biryarderê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Îro saet 19:00 Fraksyonên Kurdistanî li mala Serokkomar dicivin. Civîn ji bo yekalîkirina helwêsta Kurd e li ser projeyasaya bûdceya Iraqê.”

 

Li ser projeyasaya bûdceya Iraqê sê têbîniyên serekî yên Kurdan hene. Di civîna îro de ku li mala Serokkomar tê kirin, ew têbinî tên yekalîkirin. Ehmed Hacî Reşîd wiha axifî: “Civîna me li ser sê mijaran dibe; pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê bibe çiqas, hevokên nedestûrî yên di projeyasayê de hatine bikaranîn û meaşê Pêşmerge.”

 

Roja Pêncşemê Fraksyonên Kurdistanî rûniştina Parlamentoya Iraqê ya li ser bûdceyê boykot kirin. Piştî civînekê jî di civîneke çapemeniyê de ragihandin ku projeyasaya bûdceya Iraqê red dikin û daxwaz ji serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê kirin ku helwêsta xwe diyar bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst