Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, 11 birêvebir û endamên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) tên darizandin.
Ew ji ber çalakiya Roja Alaya Kurdistanê derdikevin pêşberî dadger.
Buroya Ragihandinê ya PWKyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Polîsan êriş kiribû
Rêxistina PWKyê ya Mêrdînê, 17ê Kanûna Pêşîn a 2025an bi boneyê Roja Alaya Kurdistanê xwest daxuyaniyekê bide.
Çalakî li ber avahiya partiyê ya li navçeya Qoserê hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya PWKyê, polîsan êrişî endamên partiyê kir û wan xwest Alaya Kurdistanê ji destê endaman bistînin.
Lê belê birêvebir, endamên partiyê û welatparêzên ku beşdarî çalakiyê bibûn, alayên Kurdistanê radestî polîsan nekirin.
Wan tevî hemû hewldanên polîsan daxuyaniya xwe da.
Dozgeriyê doz vekir
Piştî çalakiyê, Serdozgeriya Komarê ya Qoserê li dijî 11 birêvebir û endamên PWKyê doz vekir.
PWK dibêje ku dozgeriyê di îdianameya xwe de bûyer beravajî kiriye.
Dozgeriyê nexwestiye naveroka daxuyaniyê bîne zimên û ev çalakî wekî "girtin û astengkirina rêyan" pênase kiriye.
Roja darizandinê
Rûniştina doza van 11 endam û dostên PWKyê 15ê Îlona 2026an tê kirin.
Rûniştin dê saet 09:30î li Dadgeha Qoserê dest pê bike.
PWK diyar dike ku ew dê li dadgehê Roja Alaya Kurdistanê û Alaya Kurdistanê biparêzin û ew dê îdiayên "rêgirtin û astengkirina trafîkê" red bikin.
Bangî Kurdan kirin
PWKyê ji bo rûniştina dozê bangî hemû Kurdan kir û got:
"Em bangî hemû partî û tevgerên siyasî, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên Kurdan dikin.
Her wiha em bangî dezgehên sivîl, gelê xwe yê Mêrdînê û hemû Kurdistanê dikin da ku ew li dadgehê piştgiriya hevalên me bikin."
PWKyê ji Kurdan xwest ku ew li hemberî vê dozê destê xwe bidin hev.



