Derketina derve ji Serokê Parlamentoyê hat qedexekirin

02-08-2016
RÛDAW
Nîşan Iraq Serokê Parlamento Selîm Cibûrî Serokwezîr Heyder Ebadî Qedexe
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derketina derveyê welat ji Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî qedexe kir.

 

Li gorî agahiyan, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da serdana derve ji Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî, parlamenteran û çend rayedarên din qedexe bike.

 

Di biryara Ebadî de hatiye gotin: “Serokwezîr bi şêweyeke demkî geştkirinê li hemû wan kesan qedexe dike, ku di civîna roja duşemiyê de navê wan hatiye û hatine tohmetbarkirin.”

 

Herwiha tê gotin, ku Ebadî ev biryar bo encamdana lêkolînan û derxistina rastiyê daye.

 

Duh duşemî 1ê Tebaxê di civîna Parlamentoya Iraqê de lêpirsîn bi Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Ubêydî re hat kirin. Di vê civînê de Ubêydî, Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî û çend rayedarên din bi gendeliyê tohmetbar kir.

 

Ubêydî got: “Hewl hatiye dan bi bertîl, gefxwarin û lihevkirinê çend girêbestên gumankirî û neyasayî ku gendelî tê de heye, îmza bikim.”

 

Wezîrê Parastina Iraqê herwiha hejmara wan girêbestan û rêjeya pereyan aşkere kir, ku li gorî îdiaya wî hewl hatiye dan bi awayekê neyasayî wan girêbestan îmza bike.

 

Xalid Ubêydî di civîna parlamentoyê de her yek ji Serokê Parlamen toyê Selîm Cibûrî, parlamenter Mihemed Kerbolî, Henan Fetlawî û Aliye Nuseyf bi gendeliyê tohmetbar kirin.

 

her duh piştî civîna parlamentoyê, serokatiya parlamentoyê rasterast fermana pêkanîna komîteyekê bo derxistina rastiyan da.

 

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî ragihand, ew dê bo îsbatkirina bêgunehiya xwe serî li dadgehê bide û heta ku bêgunehiya xwe îsbat neke, venagere ser kursiyê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst