Metirsî li ser avzêyên Hemmarê heye!

17-06-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Guherîna Keşûhewayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ehwar ango Avzêya Hemmar a li başûrê Iraqê ku ya herî mezin a li ser asta Rojhilata Navîn e, bi xwezaya xwe çavkaniya xêr û bereketê ye ji bo nişteciyên derdorê lê bi gotina xelkê navçeyê di warê geştiyariyê de hatiye paşguhxistin û Hikûmeta Iraqê jî wek pêwîst girîngiyê pê nade. 

Avzêya Hemmar a Rojava ya li Başûrê Iraqê avzêya herî mezin a Iraqê û Rojhilata Navîn e. Dirêjahiya wê 100 kîlometre û firehiya wê jî 25 heta 35 kîlometre ye.

Bi xwezaya xwe çavkaniya xêr û bereketê ye bo nişteciyên nêzîkî wê, lê bi gotina xelkê navçeyê di warê geştyarî de hatiye paşguhxistin û Hikûmeta Iraqê jî wek pêwîst girîngî pê nedaye.

Masîgir Seyîd Ehmed anî ziman, “Avzêya Hemmar a Rojava xwedî xwezayeke ciwan û newaze ye. Berê di vê avzêyê de çendîn cor masî dijiyan. Ji sedî 95ê ava avzêyên Hemmar a Rojava bi paşma û ava pîs û qirêj hatine şêlîkirin. Berê çavkaniya piranî ya ava van avzêyan ji çemê Firatê bû lê niha ava çemê Firatê nagihe wan. Niha tenê ava bikarhatî, bermayên pîs û ava qirêj tê nav. Ev av bo masî û teyrikan ne guncav e, bandorê li riwekan jî dike.”

Avzêya Hemmarê dikeve parêzgeha Zîqar a li başûrê Iraqê, ji bilî ku xwedî xwezayeke bêhempa û hejmareke zêde ya çivîk û ajelên kovî tê de dijîn, bo beşekî xelkê derdora wê jî çavkaniya debarê ye ku bi berhevkirin û firotina qamiş, xwedîkirina gamêş û masîgiriyê debara wan ji vê çavkaniya xwezayî ye.

Rêveberiya Jîngehê ya Zîqarê zengilê metirsiyê bo ziwabûna hemû avzêyan dide û daxwazê ji aliyên peywendîdar dike ku bi hewara wan ve biçin.

Rêveberê Jîngehê yê Zîqarê Kerîm Hanî Mihemmed got, “Parêzgeha Zîqarê yek ji wan parêzgehan e ku ji ber guherîna keşûhewayê zerera herî zêde dîtiye. Derencamên xirab serdest in. Ya herî berçav diyardeya ziwabûna avzêyan e ku berê ava çemên Firat û Dîcle digihişt wan. Lê kêmbûna asta ava her du çeman, bandorên nerênî û rasterast li avzêyan dike. Eger rewş wiha bê çareserî berdewam bike, di demeke diyar de avzê ziha dibin ku beşek in ji mîrata nîştimanî ya Iraqê.”

Sala 2016an avzêyên Iraqê ketin nav lîsteya Mîratên Cîhanî lê niha ji ber hişkesalî û kêmbûna ava ku ji welatên cîran tê, rûberekî berfireh ji wan ji dest çûye û ji ber vê yekê jî gefa derxistina ji wê lîsteyê li ser wan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst