Hewlêr (Rûdaw) – Deutsche Welle ya Erebî ragihand ku tîmeke wan a ku dê bernameyek bigirtina, roja Pêncşemê ji ber "zexta ku nayê qebûlkirin" a rayedaran ji Iraqê derketiye.
Deutsche Welle toreke medyayî ya Almanî ye ku bi çend zimanan weşanê dike ku di nav wan de Erebî jî heye. Deutsche Welle di daxuyaniyekê de ragihand ku wan nameyeke nerazîbûnê pêşkêşî Balyozxaneya Iraqê ya li Berlînê kirine.
Cefer Ebdulkerîm, rojnamevanekî Almanî yê bi eslê xwe Lubnanî ye ku bernameya “Jaafar Talk” pêşkeş dike, biryar bû li Bexdayê bernameyekê li ser "bêkariya ciwanan, beşdariya siyasî û mafên jinan" pêşkêş bike.
Li gor ragihgandina DWyê, biryar bû nûnerên xwepêşandanên Tişrînê tevî berpirsên Iraqê beşdarî bernameyê bibin lê DW dibêje ku tîma wê "her ku diçû zêdetir di bin fişara rayedarên pilebilind ên Iraqî de dima" piştî ku dezgeheke medyayî vîdeoyek li Instagramê belav kir ku pêşkêşkar bi hewldana belavkirina "reftara cinsî" tawanbar dike.
Bernameyê berê di çend beşan de behsa hevregezxwaziyê kiribû ku mijareke bi çand û ola Iraqê û bi giştî welatên Îslamî re nagunce.
Bernameya hefteyî ya DWê "mijarên ku li herêmê wek qedexekirî têne hesibandin nîqaş dike". DW amaje bi wê yekê jî kir ku rayedarên Iraqî “Ji nişka ve destûrnameyeke taybetî xwestin ji bo tomarkirina bernameyê, tevî ku wan berê serlêdan kiribûn û destûrnameyeke birêkûpêk ji wan re derketibû.”
DW ragihan, roja Çarşemê, çend kes ji Wezareta Navxwe ya Iraqê çûn otela Cafer Ebdulkerîm û jê re gotine ku rê nayê dayîn ku ew bê destûr kar bike û “dibe ku were girtin eger cîbicî neke.”
Sernivîskara DW Erebî Manuela Casper Claridge got, “Reftara li ser rojnamevanan li Iraqê cihê nîgeraniyê ye. Gefên hêzên Iraqî yên ku dixwazin azadiya ramanê bi dawî bikin, li ser tîma me û pêşkêşkarê me Cafer Ebdulkerîm nayên qebûlkirin.”
Di lîsteya Rojnamevanên Bêsînor de Iraq di nav 180 welatan de di rêza 172emîn de ye ku welatên herî metirsîdar ên cîhanê ji bo rojnamevanan nîşan dide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse