Wezîrê Petrolê yê Îraqê ji Rûdawê re got: Hinardekirina bi rêya Hurmizê nagihêje ji sedî 10ê rêjeya berê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Petrol Hinardekirin Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Basim Mihemed Xuzeyr destnîşan kir ku niha tenê deriyê hinardekirina berdewam a petrolê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ve ji bo Ceyhanê ye.

Basim Mihemed Xuzeyr her wiha da zanîn ku ew qebareya petrolê ya ku niha bi rêya Tengava Hurmizê tê hinardekirin, ji sedî 10ê rewşa asayî kêmtir e.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xuzeyr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan ji bo firotin û hinardekirina 200 milyon bermîl petrol a bi rêya Tengava Hurmizê peymanek îmze kiriye û got:

"Lê şirket dudil in û nikarin bi keştî û tîmên xwe bikevin nava rîskê ku di wê rêya avî re derbas bibin."

Piştî peymana Hewlêr û Bexdayê ya 18ê Adarê hinardekirina petrola Kerkûkê ya bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ya ber bi Bendera Ceyhanê ve ji nû ve dest pê kir.

Basim Mihemed Xuzeyr da zanîn ku di vê rewşê de hinardekirina petrolê ya bi awayekî berdewam tenê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ye ku rojane nêzîkî 200 hezar bermîl e.

Xuzeyr li ser hinardekirina bi rêya Tengava Hurmizê diyar kir ku her çend hinardekirin hebe jî "nagihêje ji sedî 10ê wê qebareya ku bi rêya Tengavê dihat hinardekirin."

Xuzeyr destnîşan kir, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ferman daye Wezareta Petrolê ya Îraqê ku deriyên hinardekirina petrolê curbicur bike û qebareya hinardekirinê jî zêde bike.

Basim Mihemed Xuzeyr her wiha ragihand, "Di demeke nêzîk de boriya niştimanî ya Kerkûk-Ceyhanê dê dîsa bixebite."

Peymana boriya petrolê ya bi Tirkiyeyê re

Li gorî biryareke ku 21ê Tîrmeha 2025an bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di rojnameya fermî de hatiye belavkirin, peymana boriya petrola xav a ku sala 1973yan di navbera Tirkiye û Îraqê de hatiye îmzekirin 27ê Tîrmeha 2026an bi dawî dibe.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xuzeyr li ser vê yekê got:

"Doh ez bi Balyozê Tirkiyeyê re civiyam û amadehiya her du aliyan a ji bo nûkirina peymana boriyê heye.

Piştî cejnê jî dan û standin dê ji nû ve dest pê bikin."

Wezîrê Petrolê yê Îraqê li ser hinardekirina bi rêya tankerê jî axivî û got, ew a ku ji bo Sûriyeyê tê hinardekirin tenê petrola reş e lê ew ji bo hinardekirina petrola xav a bi rêya bejahî dixebitin û ji bo wê mebestê jî wan bi hikûmeta Sûriyeyê re gotûbêjek kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst