Namzedên Kurd newêrin li Mûsilê propagandayên hilbijartinê bikin

04-04-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Hilbijartin Mûsil Namzed Kurd PDK YNK Kurdên Êzidî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Namzedên Kurd ên li sînorê parêzgeha Mûsilê ji wê yekê ditirsin, ku nekarin propagandayên hilbijartinê birêve bibin, çimku tirsa wan ji wê yekê heye, hêzên iraqî yên ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê li deverê bicih bûne, rêgiriyê li wan bikin.

 

Her çiqas ku ji bo hilbijartinên xûla nû ya parlamentoya Iraqê, hejmarek Kurd li sînorê parêzgeha Neynewa yan Mûsilê navê xwe weke berbijar tomar kirine, lê tenê tomarkirina navan û dana hejmara taybet bi hilbijartinan ne besî wan e, ji ber ku her ji niha ve xema wan berbijêran ew e ku piştî 14ê Nîsanê ku propagandayên hilbijartinan li Iraqê bi fermî dest pê dibin, ew dê çawan kempînên xwe yên propagandayê birêve bibin.

 

Namzedên Kurd ên li parêzgeha Mûsilê ji wê yekê ditirsin, ku ji aliyên hêzên piştî bûyerên 16ê Comthea 2017ê ve rastî astengî û rêgiriyan bibin.

 

Di xûla niha ya parlamentoya Iraqê de, 11 Kurd li sînorê parêzgeha Mûsilê li parlamentoya Iraqê ne, lê belê 2 ji wan parlamenteran ku yek ji wan Êzidî ye û ewê din jî Şebek e, xwe bi Kurd nizanin.

 

Ji bo xûla dahatî ya parlamentoyê jî 120 namzedên Kurd ku Êzidî û Şebek û Musilman in, li sînorê parêzgeha Mûsilê rikeberiyê li ser 31 kursiyên parlamenteriyê yên wê parêzgehê dikin.

 

Di wan sê xûlên derbasbûyî yên parlamentoya Iraqê de, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dinava listen Kurdî yên parêzgeha Mûsilê de, zêdetirîn kursî bi dest xistine û ji koma 11 kursiyên xûla sêyem, şeş kursî di destê PDKê de ne.

 

Lê di xûla nû ya hilbijartinan de, zehmet e ku PDK bikare şeş kursiyên berê bi dest bixe, lê belê Şerîf Silêman ku namzedekî PDKê li sînorê parêzgeha Mûsilê ye, dibêje: Reng e ew zêdetirî 6 kursiyan bihînin.

 

Lê belê girifta sereke ya Şerîf û namzedên PDKê, propagandayên hilbijartinan li sînorê parêzgeha Mûsilê û bi taybet li deverên nakokîdar ên di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

 

Şerîf Silêman dibêje: “Em nûneratiya kurdên wê navçeyê dikin, piraniya wan jî çavên wan li ser wê ye, ku navçeyên wan vegerin ser Herêma Kurdistanê, lê belê em vê carê nikarin vê propagandayê bikin. Ew yek jî dê bandor li ser dengê Kurd hebe”.

 

PDKê lîsteke 58 kesî bo hilbijartinên sînorê parêzgeha Mûsilê amade kiriye, her çend ku bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku berevanî li Şingalê nekir di dema êrişa DAIŞê bo ser wê navçeyê de, lê belê dîsan jî çavê PDKê li dengê kurdên wê navçeyê ye.

 

Namzedê PDKê, Şerîf Silêman dibêje: “%80ê dengderên Kurd ên sînorê parêzgeha Mûsilê niha di koçberiyê de dijîn. Eger ku ti giriftan ji wan re çê nekin, dê Kurd sûdeke baş ji wan dengan bibîne”.

 

Di xûla sêyem a parlamentoya Iraqê de, PDKê 6 parlamenter, YNKê 3 parlamenter, Partiya Çaksaziya Êzidî parlamenterek û Şebekan jî kursiyek bi dest xistibûn. Herwiha Kurdên Êzidî bi rêya sîstema kotayê jî parlamenterek şandibûn parlamentoya Iraqê.

 

Ji bo xûla nû ya hilbijartinên parlamentoyê jî ku biryar e di roja 12ê Gulana îsal de birêve biçe, PDKê lîstek amade kiriye, ku ji 58 namzedan pêk tê û 50 ji wan Kurd in. Herwiha YNKê lîsteke 62 kesî amade kriiye, ku 40 ji wan Kurd in. Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Heyder Şeşo jî lîsteke 16 kesî amade kiriye ku hemû endamên wê Kurdên Êzidî ne.

 

Partiya Azad a Demokrat jî ku ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, lîsteke 15 kesî amade kiriye, ji bilî wan lîstan, lîsta Feth a Hadî Amirî, Lîsta Nehze ya Newfel Hemadî yê parêzgarê Mûsilê û lîsta Partiya Komonîst a Iraqê jî namzedên Kurdên Êzidî diyar kirine.

 

Li gorî amaran, bi tevî hemû lîstên hilbijartinê yên li sînorê parêzgeha Mûsilê, ji bo xûla çarem a hilbijartinên parlamentoya Iraqê 120 namzedên Kurd hene.

 

Serokê lîsta YNKê li parêzgeha Mûsilê, Hisên Hesen nermo ji Rûdawê re ragihand: “Em jî weke pêdivî nikarin li navçeyên arîşedar propagandayên hilbijartinê bikin”.

 

Hisên Hesen gazindeyan li wan namzedan dike, ku li ser lîstên nekurdî bûne namzed û dibêje: “Êzidî heye li ser lîsta Heşda Şeibî û li ser lîsta Newfel Hemadî bûne namzed. Ti sûdeke wan ji bo kurdan nîne, tenê dengê kurdan kert kert dikin”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst