Bexda (Rûdaw) – Her sal bi hezaran suniyên Iraqê ji bo serdana qebra Şêx Ebdulqadirê Geylanî diçin bajarê Bexdayê.
Bi hezaran suniyên Iraqê her sal diçin serdana qebra Şêx Ebdulqadirê Geylanî û bi taybetî jî di meha Remezanê de.
Qebra Şêx Ebdulqadirê Geylanî li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê ye.
Şêx Ebdulqadirê Geylanî ji aliyê kurdan ve weke Xewsê Bexdayê tê nasîn.
Welatiyên sunî yên Iraqê bi taybetî di meha Remezanê de diçin li cem qebra Şêx û fitariya xwe li hewşa qebrê dikin.
Herwiha ji aliyê xêrxwazan ve li cem qebrê ji bo ku welatiyên bi rojî, rojiya xwe vekin, sifre hatine danîn.
Ne tenê xelkê Iraqê, herwiha misilmanên ji Îran, Pakistan, Hindistanê jî diçin serdana Xewsê Bexdayê û li wir dua dikin, da ku şer biqede û aştî pêk bê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse