Fraksiyona PDKyê vedigere Parlamentoya Îraqê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fraksiyona PKDyê Parlamentoya Îraqê Veger Boykot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) biryar da ku vegere Parlamentoya Îraqê û dest bi kar û çalakiyên xwe bike.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî hilbijartina Serokkomariya Îraqê, Parlamentoya Îraqê boykot kiribû.

Fraksiyona PDKyê Parlamentoya Îraqê daxuyaniyek belav kir.

Fraksiyonê PDKyê ragihand ku wan biryar daye ku vegerin Parlamentoya Îraqê.

Fraksiyonê her wiha da zanîn ku wan ev biryar piştî çêbûna "lihevtêgihiştineke erênî" ya di navbera hêzên siyasî de daye.

Hevtêgihiştina di navbera hêzên siyasî de

Li gorî daxuyaniyê, ev lihevtêgihiştin piştî çend serdanan çêbûye.

Serokwezîrê ku ji bo pêkanîna hikûmetê hatiye erkdarkirin û şandeyeke bilind a Çarçoveya Hevahengiyê serdana Herêma Kurdistanê kiribû.

Her wiha şandeya dan û standinê ya PDKyê jî ji bo dîtina çareseriyeke bineretî çûbû Bexdayê. Ev serdan sedemên serekî yên biryarê ne.

Çavdêriya bicihanîna peymanan

Fraksiyona PDKyê amaje pê dike ku vegera wan a parlamentoyê ji ber berpirsyariya yasayî û niştimanî ye.

Fraksiyonê got, "Em dê ji nava hola parlamentoyê ji nêz ve çavdêriya cîbicîkirina wan peyman û lihevtêgihiştinan bikin ku taybet in bi dabînkirina mafên destûrî, yasayî û darayî."

Fraksiyona PDKyê di beşeke din a daxuyaniyê de tekez dike ku ew dê her dem di sengerê pêş ê parastinê de bin.

Fraksiyonê diyar kir ku ew dê her tim ji bo çespandin û bidestxistina mafên rewa yên hemû welatiyên Îraqê û bi taybetî jî mafên rewa yên gelê Kurdistanê bixebitin.

Çibûbû

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Îraqê 18 Nîsanê ragihand ku wan rûniştinên parlamentoyê heta demeke nediyar boykot kirine.

Fraksiyona PDKyê destnîşan kir ku wan ev biryar ji ber "binpêkirina destûr û yasayan" û "paşguhkirina prensîbên hevbeşî û lihevkirinê" daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst