PDK rûniştinên Parlamentoya Îraqê boykot dike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PDK Parlamentoya Îraqê Boykot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Îraqê ragihand ku wan rûniştinên parlamentoyê heta demeke nediyar boykot kirine.

Fraksiyona PDKyê destnîşan kir ku wan ev biryar ji ber "binpêkirina destûr û yasayan" û "paşguhkirina prensîbên hevbeşî û lihevkirinê" daye.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Îraqê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Parlamentoya Îraqê destûr û yasa hatine binpêkirin û prensîbên "hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê" hatine paşguhkirin.

"Parastina mafên destûrî di ser hemû tiştan re ye"

Fraksiyona PDKyê di daxuyaniya xwe de got:

"Li ser rênima û raspardeya serkirdayetiya xwe, me biryar da ku em rûniştinên Parlamentoyê heta demeke nediyar boykot bikin."

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û parastina rewatiya pêvajoya siyasî di ser hemû berjewendiyan re ye.

Hilbijartina Serokkomar û bertekên PDKyê

Ev biryara Fraksiyona PDKyê piştî pêvajoya hilbijartina serokkomarê nû yê Îraqê hat.

Hilbijartina serokkomarê nû di çend rojên borî de li parlamentoyê hatibû kirin.

PDKyê ew gava li parlamentoyê wekî biryareke nedestûrî û binpêkirina peymanên siyasî nirxandibû.

Ji ber vê yekê PDKyê berê her du fraksiyonên xwe yên li parlamentoyê û hikûmeta federal vekişandibûn.

PDKyê îro jî bi awayekî fermî ragihand ku wan rûniştinên parlamentoyê heta demeke nediyar boykot kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst