Şaxewan Ebdullah: Yên civîn lidarxistîn serneketiyên hilbijartinan bûn

07-06-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Parlamentoya Iraqê PDK Şaxewan Ebdullah Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê PDKê li parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah derbarê civîna doh a parlamentoyê û biryarên wê yên têkildarî hilbijartinên 12ê Gulanê de got, ewên ku ev civîn birêve birin, ew alî ne ku di hilbijartinan de sernekevtin.

 

Parlamentoya Iraqê doh biryar da, ku karê komîsyona hilbijartinan rawestîne. Parlamentoyê herwiha biryar da, ku encamên hilbijartinên 12ê Gulanê hilweşîne û dubare deng bi dest werin hejmartin.

 

Parlamenterê fraksyona PDKê di xûla niha ya parlamentoya Iraqê de, Şaxewan Ebdullah dibêje, ewên ku civîna parlamentoyê birêve birin, ew in ku di hilbijartinan de sernekevtine û di sererastkirina yasayê de lez kirine.

 

Şaxewan Ebdulla derbarê ji kar xistina Komîsyona Bilinda Hilbijartinan de jî ji Rûdawê re got: “Diviyabû parlamentoyê endamên komêsyaran vexwandibana parlamentoyê û di civînê de lêkolîn li ser wan belgeyan hatiba kirin, ku li dijî komîsyonê hene, nedibû bi biryarekê komîsyon were jikarxistin.”

 


 

Serokê Fraksyona Tvegra Goran li parlamentoya Iraqê, Emîn Bekri jî ji Rûdawê re ragihand, li gorî wan belge û raportên ku li ber destê parlamentoyê ne, destê hinek komîsyaran di gendelî û saxtekariyên di hilbijartinan de hebûye.

 

Emîn Bekir got, ji ber wan sedeman parlamentoya Iraqê karê komîsyona hilbijartinan rawestand, heta ku dosyaya wan komîsiyarên ku destê wan di saxtekariyê de hebûye, yekalî dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst