PDK milyonek deng dixwaze û daxwazên Serokwezîrê Îraqê hene

27-10-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Hilbijartin PDK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî du karên sereke yên namzedên serketî yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê diyar kirin û got, "PDK dê bibe partiya yekem a Îraqê û partiya yek milyonî."

Serokkomar û Serokwezîrê Îraqê jî daxwaza hilbijartineke bêkêmasî û beşdariyeke çalak dikin.

Nêçîrvan Barzanî: Ev hilbijartin ji bo pêkanîna destûrê girîng e

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, doh di banga hilbijartinê ya li Akrê de li pêşberî alîgirên partiya xwe careke din behsa armanca yek milyon dengan a ji bo partiya xwe kir û got:

"Bi piştgiriya we, Partî (PDK) dê bibe partiya yekem a Îraqê û partiya yek milyonî û zêdetir jî.

Her ku em li Çiyayê Pîrsê dinêrin, em destpêka têkoşîna Serok Mesûd Barzanî dibînin."

Wî teqezî li ser wê yekê kir ku "Divê Partî bi ser bikeve da ku Kurdistanê bigihîne qonaxeke baştir û aramî û avebûn li Kurdistanê berdewam bike."

Lîsteya Partiyê (PDK) li Dihokê bi 22 namzedan re ji bo bidestxistina 12 kursiyên parêzgehê (yek jê kotaya Xiristiyanan e) bi aliyên din re dikeve pêşbirkê.

Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir ku armanca Partiyê ew e ku wekî bajarên Herêma Kurdistanê, bajarên Îraqê jî pêş bikevin û biratiya Kurd û Ereban zêdetir bibe û got:

"Parlamenterên me dê di dewreya bê de du karên sereke hebin: Ya yekem, divê ew yasayên ku derdikevin federalî bin, ji ber ku ruhê destûra Îraqê hevbeşî û lihevkirin e.

Ya duyem, divê yasayên serdema rejîma berê bên guhertin da ku sîstema Îraqê bibe sîstemeke federal."

Nêçîrvan Barzanî pêwendiyên niha yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de wekî "hikûmeteke navendî" bi nav kir û ragihand:

"Ev hilbijartin ji bo pêkanîna destûrê û destpêkirina qonaxeke nû ya avakirinê girîng e."

"Pêşbirk li ser bernameyan be, ne li ser herêmparêziyê"

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku kesên ku ji bo sextekirina rastiyan propagandaya derewan dikin hene da ku rê li ber beşdariya di hilbijartinan de bigirin.

Wî destnîşan kir ku divê pêşbirka hilbijartinê li ser bingeha bername û projeyan be û dûrî gotinên aloziyê û herêmparêziyê be.

Ev gotinên Sûdanî doh di civîneke li gel nûnerên hinek rûspî û serokeşîrên rojavayê Bexdayê de hatin gotin.

Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, "Pêwîst e hemû alî li ser beşdariyeke çalak a di hilbijartinan de li hev bikin û nabe ev derfet ji dest bê berdan,ku mafekî destûrî ye û çarenivîsa welat ji bo çar salên bê diyar dike.

Kesên ku ji bo sextekirina rastiyan û şêlandina raya giştî propagandaya derewan dikin hene da ku rê li ber beşdariya di hilbijartinan de bigirin.

Pêwîst e pêşbirka hilbijartinê li ser bingeha bername û projeyan be û dûrî gotarên aloziyê, herêmparêziyê û aşûbê be."

Serokkomar daxwaza "hilbijartineke paqij û bêalî" dike

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd doh li Koşka Bexdayê bi Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê Omer Ehmed re civiya.

Serokkomarê Îraqê piştgiriya xwe ji bo hewlên komîsyonê yên ji bo birêxistinkirina "hilbijartineke paqij û bêalî" nîşan da û xwest îradeya rast a dengdêran nîşan bide û biland:

“Serokê Encumena Komîsyaran û serperiştê lidarxistina hilbijartinan teqezî li ser pêbendbûna komîsyonê ya bi hemû rêkarên îdarî kir da ku pêvajoya hilbijartinê bi awayekî paqij û bêalî berdewam bike, li gorî daxwazên xelkê be û mafê wan ê hilbijartina azad biparêze."

Hejmara berbijêran 15 kes kêm bûye

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, doh amarên herî dawî yên namzedên dewreya şeşem a hilbijartinên parlamentoyê belav kirin û ragihand ku hejmara giştî ya namzedan gihiştiye 7 hezar û 754 kesan.

Encumena Komîsyaran 1ê Çiriya Pêşîn navên namzedên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê pesend kiribûn ku wê demê hejmar 7 hezar û 769 bû.

Li gorî vê yekê, piştî destpêkirina banga hilbijartinê 15 berbijêrên din hatine dûrxistin.

Banga hilbijartinê 3yê Çiriya Pêşîn dest pê kiriye û dê heta 8ê Çiriya Paşîn berdewam bike.

Li gorî amarên Komîsyonê, piraniya namzedan mêr in ku hejmara wan 5 hezar û 504 e, di heman demê de hejmara namzedên jin gihiştiye 2 hezar û 250î.

4 hezar û 449 namzedan di çarçoveya hevpeymaniyan de ne, di heman demê de hejmara namzedên partiyên siyasî 3 hezar û 230 e.

"Endamekî 'diziya sedsalê' di hilbijartinê de namzed e"

Serokê Hevpeymaniya Xedematê ya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê Şibil Zeydî ragihand ku yek ji endamên wê koma ku bi "diziya sedsalê" têne tawanbarkirin, lîsteyeke wî ji bo hilbijartinê heye lê navê wî kesî neanî ziman.

Doza "diziya sedsalê" ew pere ye ku ji hesabê spardeyên darayî yên Rêveberiya Giştî ya Bacê ya Îraqê li Banka Rafîdeynê hatiye birin.

Hejmara pereyên ku hatine dizî nzêdetirî 3,7 trîlyon dînar bû ku bi rêya pênc şirketan di navbera Tebaxa 2021ê û Îlona 2022yan de ji wê bankê hatibû birin.

Serokê Hevpeymaniya Xedematê doh di nivîseke xwe ya li ser tora Xê de amaje pê kir ku ew pêngava endamê koma "diziya sedsalê" ji ber wê yekê ye ku parêzbendiyeke wî ya siyasî ya bihêz heye.

Li gorî yasaya hilbijartinên Parlamentoyê û Encumenên Parêzgehên Îraqê, her kesê ku paşxaneyeke wî ya tawanê hebe, rê nayê dayîn ku ji bo van her du hilbijartinan xwe bike berbijêr.

Serokê Parlamentoyê: Ez dê dilgiran nebim

Serokê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedaniyê ku ji bo vê hilbijartinê namzed e ragihand, "Ez ji sedî 100 bi ser dikevim."

Mehmûd Meşhedanî li Bexdayê serokê lîsteya Hevpeymaniya Serweriya Niştimanî ye ku yek ji lîsteyên Sunî ye.

Mehmûd Meşhedanî di hevpeyvîneke televîzyonê de got, "Min ji bo cadeya Sunî gelek kar kiriye lê eger ez bi ser nekevin ez dê dilgiran nebim."

Mehmûd Meşhedanî amaje pê da ku pêşbirka hilbijartinê di navbera aliyên pêkhateya Sunî de heye, her wekî ku di navbera aliyên Kurd û Şîe de jî heye û ev yek wekî diyardeyeke xwezayî bi nav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst