Kolan bi kolan şer heye; 'Ebû Mihemed' hat kuştin

07-11-2016
RÛDAW
Nîşan Mûsil Iraq Artêşa Iraqê Şer DAIŞ Ebû Mihemed Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyiya Operasyona 'Qadimûn Ya Neynewa' yan 'Em Tên Ey Neynewa', ragihand, Emîrê Dîwana Darayî ya DAIŞê yê bi navê 'Ebû Mihemed' li nav Mûsilê hat kuştin.

 

Piştî derbasbûna hêzên iraqî bo nav çend taxên bajarê Mûsilê, di navbera wan û çekdarên DAIŞê de, şer bi giranî berdewam e û her du alî, di nav bajarê Mûsilê de şerê kolan bi kolan dikin.

 

Cîgirê Fermandeyê Operasyonên Hevbeş û Fermandeyê Operasyona Qadimûn Ya Neynewa, ferîq rukin Ebdulemîr Yarelah di daxuyaniyekê de kuştina berpirsekê mezin ê DAIŞê li nav bajarê Mûsilê piştrast kir.

 

Ebdulemîr Yarelah ragihand: “Li Taxa Sedam a li aliyê çepê bajarê Mûsilê, hêzên Antî-Terorê rûbirûyê çekdarên DAIŞê bûne û di encamê de hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Di nava kuştiyan de, Emîrê Dîwana Darayî ya DAIŞê, Faris Ebûbekir ê naskirî bi Ebû Mihemed jî heye.”

 

Roja 5ê Mijdara 2016, li baskê rojhilatê bajarê Mûsilê ve, hêzên Antî-Terorê yên Artêşa Iraqê gihîştin ber derwazeyê bajêr û piştî şer û pevçûnên bi çekdarên DAIŞê re, derbasî taxa Gogcelî bûn.

 

Piştre hêzên iraqî karîn taxên Kerame, Melayîn 3, Apartmanên Xezra, Zehra, Kerkûklî, Eden û Zehebî dorpêç kirin.

 

Operasyona kontolkirina Mûsilê ji 17ê Cotmeha 2016 ve bi beşdariya Artêşa Iraqê, Hêza Pêşmerge û bi piştevaniya hevpeymanan û Amerîka dest pê kir û îro duşemî 7ê Mijdarê, operasyon derbasî roja xwe ya 22emîn bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst