Mûsil (Rûdaw) - Pira dîrokî ya Mûsilê ku şahidiya gelek serdeman kiriye û ji aliyê DAIŞê ve hatibû wêrankirin, careke din wekî sembola berxwedêriya bajêr li ser piyan e.
Pira Kevn, ango wekî ku xelkê Mûsilê jê re dibêje "Pira Etîq", ne tenê rêyeke ku her du aliyên Çemê Dîcleyê digihîne hev; ew çîrok û bîreweriya bajarekî kevnar e.
Ew yekem pire ku li Mûsilê hatiye çêkirin û bûye şahida sedan salan a dîroka vî bajarî.
Dîrokeke dirêj a ji Emewiyan heta Brîtaniyan
Koka vê pirê digihîje serdema Emewiyan û di serdemên Atabegî û Osmaniyan de gelek caran hatiye nûjenkirin.
Şêweyê wê yê hesinî yê ku em îro dibînin, di serdema paşayetiyê ya Îraqê de hatiye çêkirin.
Mamosteyê Zanîngehê Dr. Ehmed Qasim got, “Şah Xazî di sala 1932an de fermana çêkirina pirê da û ew di sala 1934an de hat vekirin.
Her çend ferman ya Şah Xazî bû jî, piraniya endezyarên ku dîzayna wê çêkirine Brîtanyayî bûn."
Beşek e ji bîranînên xelkê
Pira Etîq beşeke girîng a nasname û bîranînên xelkê Mûsilê ye. Dema ku xelke Mûsila kevn ziyaret dike bêguman wêneyekî li ser vê pirê digire.
Çalakvanê sivîl Besam Ubeydî jî diyar dike ku ev pir navenda bîranînên zaroktiya wan e.
Besam Ubeydî got, "Dema em zarok bûn û diçûn bajarê lîstikan, (Mûsila kevn) em her tim di ser vê pirê re derbas dibûn.
Ji ber vê yekê bîranînên piraniya zarokên Mûsilê bi vê pirê ve girêdayî ne."
Pir bi şêwazekî endazyarî yê taybet hatiye çêkirin; tê de cihê peya, otomobîlan û heta cihekî taybet ji bo derbasbûna ajalan jî hebû.
Wêranî û vejîna pirê û şahidiya serdema DAIŞê
Di serdema DAIŞê de, Pira Etîq jî wekî gelek şûnwarên din ên bajêr rastî wêrankariyeke mezin hatiye.
Piştî rizgarkirina Mûsilê, hewlên nûjenkirinê dest pê kirin da ku careke din jiyan li vê sembola dîrokî vegere.
Îro, Pira Etîq careke din bi awayekî bihêz li ser piyan e û ne tenê her du aliyên bajêr lê di heman demê de çîroka berxwedêrî û vejîna Mûsilê bi hev ve girê dide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse