Parêzgarê Musena: Goreke bi kom hat dîtin û hemû Kurd in

12-04-2019
RÛDAW
Li parêzgeha Musena ya li başûrê Iraqê goreke bi kom hat dîtin
Li parêzgeha Musena ya li başûrê Iraqê goreke bi kom hat dîtin
Nîşan Musena Iraq Gor Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Musena ya li başûrê Iraqê goreke bi kom hat dîtin û hemû rufatên welatiyên Kurd in.

 

Parêzgarê Musena Ehmed Menfî Cewdet ragihand ku goreke bi kom a ji serdema desthilata Beesê li biyabanekê hatiye dîtin û eşkere kir: “Hemû qurbaniyên têde, birayên me yên Kurd in.”

 

Desthilata Beesê di navbera Sibat û Îlona 1988an de bi heşt qonaxan proseyeke nû ya komkujiya Kurdan bi navê Enfalê kiribû û 182 hezar kes winda bûbûn.


 

 

 




Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst