Enqere (Rûdaw) - Heşt endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Tirkiyeyê di çarçoveya bernameyeke Enstutiya Bipêşexistina Demokrasiyê serdana Dublîna paytexta Îrlandayê kir.
Di nav şandeyê de 2 parlamenterên DEM Partiyê, 2 parlamenterên CHPyê, parlamenterekî AK Partiyê û 2 endamên Koma Rêya Nû cih girtin.
Yek ji endamên komîsyonê yê ku serdana Îrlandayê kiriye dibêje, “Em hewl didin ku ji ezmûn û tecrubeyên cîhanê sûdê wergirin.”
Mehmet Emîn Ekmen li ser serdana endamên komîsyonê dibêje ku mijara IRA û PKKyê di gelek aliyan de dişibe hev.
“Mijara IRA û PKKyê dişibe hev”
Alîkarê Serokê Partiya DEVAyê û Endamê Komîsyonê Mehmet Emîn Ekmen got, "Li hemû cîhanê Rêkeftina 'Îna bi Xêr' bûye nimûneyek.
Lê di dema ku ev rêkeftin hatin îmzekirin, ango dema dan û standinên bi IRAyê re berdewam dikirin, 'Îna bi Xwîn' û 'Yekşema bi Xwîn' jî hene.
Yek ji wan êrişan piştî rêkeftinê pêk hat. Li Tirkiyeyê jî bi heman şêweyî dema hevdîtinan dest pê kir, êrişa li dijî TUSAŞê hat kirin.
Êrişa Reşadiyeyê ya 2009an, êrîşa Silvanê ya 2011an... Divê em derfetê nedin komên ku dixwazin pêvajoyê bi jehr bikin."
Partiya Gel a Komarî (CHP) jî du endamên xwe yên di nav Komîsyonê de şandin Îrlandayê.
Parlamenterekî CHPyê jî dibêje, “Ti pirsgirêk li pêşiya wê yekê nîne ku lêkolîn li ser tecrube û ezmûnên cuda cuda bê kirin.”
“Her ezmûn bi qedir û qîmet e”
Parlamenterê CHPyê yê Enqereyê Okan Konuralp got, “Dibe ku rasterast modêla Îrlandayê yan jî hinek modelên din ên cîhanî ji bo pirsgirêkên li Tirkiyeyê nebin çareserî, dibe ku pirsgirêk û çareserî ne wekî hev jî bin, lê her gotin, her ezmûn bi qedir û qîmet in.”
Modela Îrlandayê yan jî pêvajoya bêçekkirina IRAyê li Tirkiyeyê gelek caran dibe rojev û hinek Kurd ji bo Bakurê Kurdistanê daxwaza statuyeke wekî statuya Îrlandaya Bakur dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse