Ziyad Xelef: Me kargeha herî mezin a Kaptagonê têk bir

14-09-2025
RÛDAW
Ziyad Xelef û Şehyan Tehsîn / Wên û Vîdeo: Rûdaw
Ziyad Xelef û Şehyan Tehsîn / Wên û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îraq Madeyên Hişbir Kaptagon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Pêwendî û Ragihandinê yê Birêvebiriya Kar û Barên Madeyên Hişbir a Wezareta Karên Navxwe a Îraqê Ziyad Xelef ragihand ku wan kargeha herî mezin a Kaptagonê têk biriye.

Ziyad Xelef beşdarî bultena Rûdawê ya saet 17:00an bû ku Şehyan Tehsîn pêşkêş dike.

Wî amaje pê kir ku "zêdetirî 20 operasyonên ewlehiyê" ji bo radestkirina kesên di bin çavdêriyê de hatine kirin û her wiha operasyonên li derveyî sînoran jî hatine pêkanîn.

Li gorî agahiyên ku Ziyad Xelef dane, Îraqê derbarê ji zêdetirî 100 bazirganên madeyên hişbir biryarên girtinê dabûn û zêdetirî 20an ji bazirganên mezin ên madeyên hişbir ji welatên cîran an herêmî wergirtine.

Wî da zanîn ku "kargeha herî mezin a çêkirina Kaptagonê ya li Rojhilata Navîn” jî hatiye têkbirin û ev yek bi saya veguhastina agahiyan a bi Libnanê re çêbûye.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê 19ê Tebaxa 2025an “destkefteke ewlehî û îstixbaratî ya mezin” ragihandibû ku ew jî û têkbirina yekê kargehên herî mezin ên çêkirina madeya Kaptagonê ya li herêma Biqayê ya Libnanê bû.

Ew operasyon jî bi hevkariya di navbera Birêvebiriya Giştî ya Kar û Barên Madeyên Hişbir a Îraqê û Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiya Dewletê ya Libnanê de pêk hatibû.

Ziyad Xelef di axaftina xwe ya ji bo Rûdawê de diyar kir ku hevkariya bi Erebistana Siûdî re û agahiyên ku wê dane aliyê Îraqê, bûye sedema "desteserkirina barekî madeyên hişbir ku ji 7 milyon heban pêk dihat."

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê adara borî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku "piştî wergirtina zanyariyan ji Birêvebiriya Madeyên Hişbir a Erebistana Siûdî, zêdetirî tonek hebên Kaptagonê hatine desteserkirin ku ji Sûriyeyê bi rêya Tirkiyeyê dihatin."

Ziyad Xelef her wiha got ku hewldanên hevbeş "encamên mezin ên ewlehiyê" bi xwe re anîne.

Wî destnîşan kir ku ji sala 2003yan ve 13 ton madeyên hişbir û ji destpêka îsal ve 3,2 ton madeyên hişbir hatine girtin.

Wî her wiha amaje pê kir ku nêzîkî 8500 tohmetbarên bi tawanên madeyên hişbir hene.

“Wan wêrekiya xwe îsbat kiriye”

Ziyad Xelef got ku bi Herêma Kurdistanê re karekî ewlehiyê yê hevbeş û dan û standina agahiyan heye û berdewam kir:

"Bi rastî wan wêrekî û şiyana xwe ya rûbirûbûna van metirsiyan bi rêya pêkanîna operasyonên ewlehiyê yên hûr îsbat kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst