Qasim Erecî: Kampa Holê bombeyeke demkî ye

15-09-2025
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Îraq Qasim Erecî HSD Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî got ku Kampa Holê hîn jî gefeke ewlehiyê ye û wekî "bombeyeke demkî" ye.

Erecî her wiha da zanîn ku heta destpêka vê mehê nêzîkî 5 hezar malbatên Îraqî ji Kampa Holê hatine vegerandin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî li ser Kampa Holê û vegerandina koçberên ji kampê ji Rûdawê re axivî.

Qasim Erecî ji Rûdawê re ragihand, "Kampa Holê hîn jî gefeke ewlehiyê ye li ser Îraqê û wekî bombeyeke demkî ye. Em jî bi hemû hêza xwe ji bo girtina wê kar dikin."

Derbarê hevahengiya bi civaka navneteweyî re ya li ser dosyeya kampê, Qasim Erecî got:

"Hevahengiyeke tam bi Amerîka û Yekîtiya Ewropayê re heye ji bo handana welatan da ku welatiyên xwe ji kampê vegerînin."

Ji bo Kampa Holê li New Yorkê konferans

26ê Îlonê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê bi beşdariya serokkomar, wezîrê koç û koçberan, şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê, nûnerên Amerîka û hevpeymanên li dijî DAIŞê dê konferansek li ser dosyeya Kampa Holê bê lidarxistin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê li ser vê mijarê axivî û got:

"Îraq dê li kêleka civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, li ser Kampa Holê konferanseke navneteweyî saz bike.

Armanc jî ew e ku 42 welat bên handan da ku welatiyên xwe ji kampê vegerînin."

Qasim Erecî got, Îraq di dosyeya Kampa Holê de xwedî piştgiriyeke tam a dostên xwe ye, "di serî de jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê."

Piştgiriya Yekîtiya Ewropayê

25ê meha borî, Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Thomas Seiler di bernameya Rûdawê de gotibû:

"Me bi Rêxistina Koçê ya Navneteweyî re li hev kiriye ku bi dayîna 2,4 milyon euroyî piştgiriyê bidin wezîrê koç û koçberan û şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî, da ku sîstemeke gelekî kûr û bibandor ji bo naskirina kesên ku ji Kampa Holê vedigerin were avakirin."

Qasim Erecî got, "Îraq pereyan rasterast û bi awayê neqdî wernagire, belkû piştgirî bi şêweyê bernameyan an jî dabînkirina pêdiviyan e."

Hinek malbat ji tirsa naxwazin vegerin

Di demên borî de dihat gotin ku hejmarek malbatên li Kampa Holê naxwazin kampê biterikînin û vegerin Îraqê, bi hinceta ku metirsî li ser jiyana wan heye û dê bên naskirin.

Li ser vê yekê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê got, "Heta niha em bi awayekî fermî nehatine agahdarkirin ku ti malbat nexwaze vegere.

Heta niha jî em di proseya vegerandinê de şêwaza vegera dildarî bi kar tînin."

Kampa Holê

Kampa Holê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Li gorî amarên fermî yên Kampa Holê nêzîkî 27 hezar kes li kampê dijîn.

Pêvajoya vegerandina Îraqiyên li Kampa Holê ji sala 2021an ve dest pê kiriye.

Roja 11ê vê mehê jî karwana 29an a vegerandina malbatên Îraqî yên kampê gihîşt Nînovayê ku hejmara wan nêzîkî hezar kesî bû.

Ew kesên ku ji Kampa Holê tên vegerandin, destpêkê li Kampa Cedayê ya li başûrê Mûsilê tên bicihkirin ku niha navê wê wekî "Navenda Hêviyê" hatiye guhertin.

Li wê navendê proseya rehabîlîtasyonê û amadekirina wan ji bo tevlîbûna nav civakên wan tê birêvebirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst