MÛSIL – DAIŞê 10 xwekuj şandin

16-12-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şerê_Mûsilê DAIŞ Iraq
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Hêzên Dije Terora Iraqê, piştî şer û pevçûnên dijwar taxa Temîm a rojhilatê Mûsilê bi temamî kontrol kirin.

 

Operasyona kontrolkirina Mûsilê ya Artêşa Iraqê berdewam dike. Roja 14ê Kanûnê çekdarên DAIŞê karîn ji rewşa hewayê sûd werbigrin û beşek ji taxa Temîmê kontrol bikin.

 

Hêzên Dije Terora Iraqê bersiv dan êrîşa DAIŞê û piştî şer û pevçûnên tund, careke din ev tax kontrol kirin. Fermandarên iraqî li nav kolanên taxê geriyan û ji xelkê re piştrast kirin, ku careke din ew rê nadin DAIŞ taxên hatine rizgarkirin kontrol bike.

 

Fermandarê Hêzên Dije Terorê General Menî Sedî ji Rûdawê re ragihand; “Çekdarên DAIŞê bi otomobîl û dozerekî bombebarkirî û herwiha 10 kesên xwekuj şandine Temîmê. Ji du milan ve êrîş kirin lê êrîşa wan hate şkînandin, hemû çekdar hatine kuştin.”

 

Sedî tekez kir, ku niha taxa Temîmê di bin kontrola wan de ye û rewş aram e.

 

Di nav bajêr de tevgera xelkê sivîl jî tê dîtin û beşek ji wan malên xwe bicîh dihêlin, derbasê kampên Başûrê Kurdistanê dibin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst