ÎRAQ - Agir bi marketekê ket: Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo qurbaniyên şewata şeva borî ya li navçeya Kutê yê parêzgeha Wasitê ya Îraqê peyameke sersaxiyê ji malbatên wan re şand.

Li navçeya Kutê yê parêzgeha Wasitê ya Îraqê agir bi marketekê ket û di encamê de bi dehan kes şewitîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyameke sersaxiyê belav kir û got:

“Bi xem û êşeke kûr, me çavdêriya karesata bi jan kir ku ji ber şewata li navendeke bazirganiyê ya li bajarê Kutê qewimî û bû sedema candana bi dehan welatiyan û birîndarbûna hejmarek kesan.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de da zanîn:

“Di vê karesata mezin de, dilê me li gel malbatên qurbaniyan e û em hevbeşê xema wan a kûr û karesata wan a mezin in.

Em ji Xwedayê mezin hêvîdar in ku koçkiriyan bi dilovaniya xwe ya mezin bihewîne û sebir û hedanê bide xizmên wan.

Em ji bo birîndaran jî şifaya xêrê dixwazin.”

Şeva borî li navçeya Kutê yê parêzgeha Wasitê ya Îraqê agir bi marketekê ket.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê di şewatê de 61 kes mirine û 14 term nehatine naskirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê her wiha amaje pê kir ku piraniya qurbaniyan “ji ber dûxana zêde di nava serşokên avahiyê de fetisîne”.