Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Petrola Bakur a Îraqê ragihand ku wan hemû amadekariyên xwe ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê temam kirine.
Birêvebirê Giştî yê Şirketa Petrola Bakur a Îraqê Emîr Xelîl da zanîn ku niha 21 xebatkarên wan li Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ne.
Hinardekirina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê dê di demeke nêzîk de dest pê bike.
Tirkiye daxwaza zêdekirina heqdestê veguhastinê yê her bermîlekê dike.
Birêvebirê Giştî yê Şirketa Petrola Bakur a Îraqê Emîr Xelîl ji Rûdawê re got:
“Îro me 13 xebatkarên xwe yên din şandin Ceyhanê.
Em piştgiriya xwe ya lojîstîk a li wir zêde dikin.
Hebûna xebatkarên me ya li Ceyhanê bi dan û standinên bi Tirkiyeyê re ne pêwendîdar e, me berê li ser hinardekirina petrolê li hev kiribû.”
Xelîl tekezî lê kir ku hîn ne zelal e ka dê hinardekirina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê kengî dest pê bike.
Dan û standinên bi wezaretan re didomin
Emîr Xelîlê ku 14ê Tebaxê li gel şandeyeke Wezareta Petrolê ya Îraqê beşdarî civîna li gel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bûbû, diyar kir ku ew hîn bi şirketan re negihiştine peymana dawî.
Xelîl da zanîn ku ji bo îro civîneke nû hatibû plankirin lê hatiye taloqkirin û wiha pê de çû:
“Me hemû amadekariyên xwe kirine lê me hîn bersiveke fermî wernegirtiye.”
Peymana nû ya bi Tirkiyeyê re di rojevê de ye
Peymana xeta boriyê ya petrolê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ku ji sala 1973yan ve di meriyetê de ye û dê sala 2026an bi dawî bibe.
Tirkiye ji bo nûkirina peymanê daxwaz dike ku heqdestê veguhastina xeta boriyê ji bo her bermîlekê bi 2 dolaran an jî zêdetir were zêdekirin.
Xelîl li ser vê mijarê got ku li Wezareta Petrolê ya Îraqê komîteyek hatiye avakirin û di demeke kurt de dê dan û standinên fermî bi Tirkiyeyê re dest pê bikin.
Li aliyê din, Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê di biryara xwe ya 18ê Sibata 2023yan de hukm kiribû ku Tirkiyeyê di navbera salên 2014-2018an de bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya “bêyî destûra hikûmeta Îraqê” peyman bin pê kiriye.
Ji ber vê yekê biryar hatibû dayîn ku Tirkiye 1,4 milyar dolar tazmînatê bide Îraqê.
Çavkaniyekî ji Wezareta Petrolê ya Îraqê jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand ku yek ji mercên Tirkiyeyê yên ji bo peymana nû ew e ku Îraq wê biryara dadgehê bi awayekî fermî wekî “deynê bidawîbûyî” qebûl bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse