Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Baroya Parêzeran a parêzgeha Musena Salih Îsawî ragihand, li dijî daxuyaniyên parêzgar ku piştgiriya mafên rewa yên xwepêşanderan nake, roja yekşemê li parêzgeha Musena dê xwepêşandaneke mezin were kirin.
Salih Îsawî ji Rûdawê re ragihand: “Bi mebesta agahdarkirina hikûmetê ji daxwazên xwepêşanderan, eşîrên parêzgeha Musena serdana Bexdayê dikin, herwiha em pêşbînî nakin ku hikûmet bikare di demeke nêz de daxwazên xwepêşanderan cîbicî bike, herî kêm şeş meh pêwîst e.”
Îsawî herwiha diyar kir: “Îro înê li Musena xwepêşandan dê neyê kirin, çimku ji bo roja yekşemê amadekarî tê kirin li dijî daxuyaniyêm parêzgar ku piştgiriya mafên rewa yên xwepêşanderan nake xwepêşandaneke mezin were kirin.”
Serokê Baroya Parêzerên Musena destnîşan kir: “Zêdetirî salekê ye xwepêşandanên aştiyane têne kirin û rayedarên navxwe yên parêzgehan jî, ber bi daxwazên xwepêşanderan ve jî nehatine, ev jî bûye sedema teqîna xwepêşandanan û rijdbûna wan a li ser cîbicîkirina daxwazên xwe.”
Salih Îsawî dibêje: “Baweriya welatiyan bi hikûmetê nemaye, ji ber ku di hilbijartinan de sextekarî kirin, forma xurekê li welatiyan qedexe kirin û li gel xwepêşanderan bi çek serederî kirin.”
Berî niha Parêzgarê Musenayê Falih El Zeyadî gotibû: “Ji ber kiryarên têkbirinê, di dema xwepêşandanan de 50 milyar dînar zirar gihiştiye parêzgehê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse