Hewlêr (Rûdaw) – Hilweşandina hikûmeta niha ya Iraqê û pêkanîna hikûmeteke din bi navê Hikûmeta Teknokrat bo Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hêsan nabe. Serokê Fraksyoneke Kurdî di Parlamentoya Iraqê de jî dibêje: “Kurdan lihev kirine ku nabe pişka Kurd di vê hikûmetê de ji %20 kêmtir be.”
Meha Îlonê ya sala 2014ê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û kabîneya wî bawerî ji Parlamentoya Iraqê wergirt. Ebadî hinge ragihand, Hikûmeta nû ya Iraqê hikûmetek teknokrat e.
Niha ku kirîza darayî û siyasî û herwiha şerê DAIŞê li Iraqê heye, Ebadî dibêje: Me pêwîstî bi reforman heye û reform jî tenê bi hikûmetek teknokrat pêk tê.
Fraksyonên Kurdistanî yên di Parlamentoya Iraqê de jî li ser wê pêngava Ebadî di demek zû de li mala Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm li Bexdayê civiyan, daku biryarê bidin ka ew dê daxwaza çi ji wê hikûmeta tenokrat bikin, eger were pêkanîn.
Serokê Fraksyona Gorranê di Parlamentoya Iraqê de Hûşyar Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “Li mala Serokomar komdengiyek hebû li ser wê yekê ku nabe guhertinên di hikûmeta Iraqê de bandore dane ser rêjeya nûnerên Kurd li Bexdayê.”
Hikûmeta Iraqê niha ji 22 wezaretan pêk tê, lê belê di vê hikûmet de tenê 3 wezaretên Darayî, Koç û Koçberan û Rewşnbîrî di destê Kurd de ne. Kurdan pêştir Wezîra Jinan û Wezîrek Dewletê jî hebû, lê belê piştî biçûkirina hikûmetê, ew her du wezîr ji hikûmetê hatin avêtin û wezaretên wan neman.
Hûşyar Ebdullah dibêje: “Aliyên Kurdistanî li ser wê yekê lihev kirin, ku nabe pişka Kurd di hikûmeta dahatî de ji %20ê kêmtir be. Ebdullah herwiha got: Her çiqas hêj ne zelal e û mijara pêkanîna hikûmeta nû hêj gotûbêj lis er tê kirin, lê belê renge Kurd 4 wezaretan werbigre.”
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi fermî daxwaz ji Parlamentoya Iraqê kir, desthilat bide wî bo pêkanîna hikûmeta teknokrat, lê belê parlamentoya Iraqê daxwaza wî did estpêkê de red kir û daxwaz jê kir, ku brnameya xwe pêşkêş bike û diyar bike, ku pêngavên wî bo pêkanîna hikûmetke teknokrat çi ne.
Serokê Fraksyona Komela Îslamiya Kurdistanê Ehmed Hacî Reşîd jî agahiyên zêdetir li ser hikûmeta dahatî ya Iraqê da Rûdawê û got: Hikûmeta nû dê ji 16 wezaretan pêk bê.
Ehmed Hacî Reşîd got: “Dê 8 wezaret ji Şîeyan re bin û 8 wezaret jî ji Kurd û Sunniyan re bin.”
Serokê Fraksyona Komela Îslamiya Kurdistanê li ser pişka Kurd di hikûmeta nû de dibêje: “Mafê Kurd 3 wezaret û nîv e, lê belê emê hewl bidin ligel Sunniyan lihev bikin ku 4 bi 4 wezaret bi 4 wezaret be.”
Hacî Reşîd got: “Sunnî niha daxwaza Wezareta Koç û Koçberan dikin ku niha di destê Kurd de ye û di nav Kurd de jî di destê Tevgera Gorranê de ye.”
Hewlên Ebadî bo guhertina hikûmetê, nav mala Şîeyan jî bi xwe ve mijûl kiriye. Wezîrekî Şîe di hikûmeta Iraqê de ji Rûdawê re got: “Ebadî bi xwe jî geek were guhertin, eger hikûmetek teknokrata hat pêkanîn, ji ber ku Ebadî kesekî teknokrat nîne.”
Heman wezîrê şîe ku nexwast navê wî were aşkerekirin, tekez kir: “Niha Ebadî bi vê pêngavê agir berdide nav mala Şîeyan, di demekê de ku hemû xelkê Iraqê mijûlî şerê DAIŞê ne ku gefek mezin e li ser hemû Iraqê, îja li ser wê yekê jî arîşeyeke siyasî çê dike.”
Wezîrekî Kurd jî behsa hikûmeta teknokrat dike û dibêje, hêj nexuya ye ew hikûmeta ku Ebadî behsa wê dike, dê çawan be.
Wezîrê Koç û Koçberan Derbaz Mihemed ji Rûdawê re got: “Du cure hikûmetên teknokrat hene, curê yekem hemû teknokrat li derveyî partiyên siyasî ne û serokwezîrek yan serokek dictator heye ku xelkê dike wezîr û ti wezîrek li dijî serokwezîr an jî serok nasekine. Di cureya duyem de bi rêya fraksyonên siyasî ve kesên jêhatî û şareza bo wezaretan tên destnîşankirin.”
Derbaz Mihemed dibêje: “Heya niha nediyar e Ebadî dê kîjan pêngavê bavêje, lê belê ew yek zelal e ku çaan dibe ku hikûmetk li derveyî îradeya hêzên siyasî were avakirin û piştre daxwaza bidestanîna baweriya parlamentoyê bê kirin, ku ji hêzên siyasî pêktê.”
Heman wezîrê Kurd got: “Eger wezîr li derveyî hêzên siyasî bin, hinge fraksyonên siyasî dê hemû rojan wan bangî parlamentoyê bikin û daxwaa wergirtina baweriyê jê bikin, û rewş dê bi wayekê be ku necêgîr be.”
Derbaz Mihemed da xuyakirin, eger mijar bi temamî ciddî bû, dê aliyên siyasî yên Kurd vegerin bo biryara siysî ya Herêma Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse