Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞê dest bi topbarankirina gundê Cihale yê li başûrê bajarokê Geyare kir.
Îşev çekdarên DAIŞê gundê Cihale yê li başûrê bajarokê Geyare ku girêdayî parêzgeha Mûsilê ye, dan ber topan.
Berpirsê Ragihandina Eniya Mexmûrê ya Hêza Pêşmerge, Ehmed Enwer ji Rûdawê re ragihand: “Îşev çekdarên DAIŞê gundê Cihale topbaran kirin û di encamê de kesek hat kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûn.”
Ehmed Enwer got, piraniya birîndaran jin û zarok in û beşek ji wan bo wergirtina çareseriyên pizîşkî bo Nexweşxaneya Mexmûrê hatine şandin û beşek din jî bo nexweşxaneyên Hewlêrê hatine veguhastin.
Enwer herwiha da zanîn: “Birîna hin birîndaran giran e û rewşa tendirustiya wan nebaş e.”
Gundê Cihale li başûrê bajarokê Geyare ye û di wan rojên dawiyê de ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatiye kontrolkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse