Li gor yasayeke nû ya Iraqê divê Parlamentoya Kurdistan bûdceya herêmê bişîne Bexdayê

30-05-2019
RÛDAW
Nîşan Iraq Bûdce Parlamentoya Kurdistanê Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor yasayeke nû ya Parlamentoya Iraqê, divê salane Parlamentoya Kurdistanê yasaya bûdceyê pesend bike û bişîne Bexdayê daku bikeve  di nava Yasaya Bûdceya Iraqê de. Parlamenterekî Kurd jî daxwaz ji Serokomarê Iraqê dike, vê yasayê îmze neke û rê nede vî karî.

 

Parlamentoya Iraqê heftiya bihorî, Yasaya Rêveberiya Darayî ya Iraqê pesend kir li gor madeya heştem a wê yasayê, divê Herêma Kurdistanê bûdceya xwe piştî ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hate pesendkirin, bişîne Bexdayê.

 

Madeya heştem a Yasaya Rêveberiya Darayî ya Iraqê dibêje: “Bûdceya herêm an parêzgeh, xişteya texmînkirina xeric û dahatên herêmî û parêzgehan ku di çarçoveya herêmê de nehatine birêxistinkirin, ji aliyê Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Encûmena Parêzgehan ve tê pesendkirin û di nava Bûdceya Federalî de tê yekxistin, ew yek jî piştî gotûbêjkirin û pesendkirina wê ji aliyê wezaretên darayî û plandanînê yên federal li gor pisporiyên her yek ji wan.”

 

Pêştir Herêma Kurdistanê li benda pesendkirina Yasaya Bûdceya Iraqê dima, li ser vê esasê jî hikûmetê projeyasaya bûdceyê amade dikir û Parlamentoya Kurdistanê, ew projeyasa pesend dikir.

 

Parlamenterekî Kurd ê li Bexdayê jî vê pêngava hikûmeta navendî ya Iraqê bi metirsîdar dibîne û daxwaz ji Serokomarê Iraqê dike, ku vê projeyasayê îmze neke.

 

Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Ehmed Hacî Reşîd ji Rûdawê re ragihand: “Ew yasa weke Destûra Darayî ya Iraqê ye, li gor vê yasayê pêwîst e pêş pesendkirina yasaya bûdceya Iraqê, Parlamentoya Kurdistanê yasaya bûdceyê pesend bike û bişîne wezaretên Darayî û Plandanînê yên Federalî, ji bo ku gotûbêj li ser were kirin û bikeve di nav Bûdceya Federalî de, ew jî yek ji wan kêmasiyan e ku li parlamentoyê çêbûye.”

 

Ehmed Hacî Reşîd got: “Çawan dibe, ku Parlamentoya Kurdistanê yasaya bûdceyê berî bûdceya Iraqê pesend bike, wê demê dibe yasa û nayê guhertin, û eger li Bexdayê guhertin têde hate kirin, dê çawan paşê guhertin di wê yasaya Parlametoya Kurdistanê de were kirin?”

 

Reşîd amaje bi wê yekê jî kir, wî berpirsên Herêma Kurdistanê ji wê yekê agahdar kirine û hişyarî daye wan ku eger Herêma Kurdistanê wê yekê were kêşe dibîne, hêj dem maye û ew yasa niha li Serokatiya Komar e û dibe ku Serokomar îmzeyê li ser neke, daku li Parlamentoya Iraqê were sererastkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst