Erdogan: Em dê herin Hewlêrê

19-04-2024
Nîşan Erdogan Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Recep Tayyîp Erdogan got, “Em dê piştî Bexdayê herin Hewlêrê jî.”

Serokkomara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê piştî nimêja înê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Erdogan da zanîn ku ew dê piştî Bexdayê were Hewlêrê jî û got:

“Bi rastî serdana me ya Îraqê hatibû taloqkirin.

Niha hilbijartin xelas bû û em dê herin Îraqê. Serdaneke yekrojî ye.

Pêşî Bexda. Em dê li Bexdayê bi Birêz Serokkomar û Birêz Serokwezîr re hevdîtinan bikin û paşê derbasî Hewlêrê bibin.

Li Hewlêrê dê derfeta me çêbibe ku em li ser pirsgirêkên bakurê Îraqê û pirsgirêkên bi rêveberiya navendî re biaxivin.”

Recep Tayyîp Erdogan li ser aloziyên Îsraîl û Îranê jî wiha axivî:

“Îsraîl tiştên cuda dibêjê û Îran jî wiha wike.

Hûn nikarin bibêjin ku Îran daxuyaniyê rast dide. Jixwe hûn nikarin bibêjin ku gotinên Îsraîlê rast in.

Ji daxuyaniyên dawî yên Amerîkayê tê fêhmkirin ku li cem Îsraîlê cih digire, jixwe me hêviya tiştekî din nedikir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst