Hewlêr (Rûdaw) - Bi berdewamiya derketina şer û pevçûnan, herwiha bi encamdana êrîşên giran ji aliyê artêşa sûrî ve, rewşa başûr rojavayê Sûriyê û parêzgeha Deraayê zehmet bûye.
Ji 9ê Hezîrana 2018an ve, artêşa Sûriyê li dijî hêzên opozsiyonê û grûpên çekdar ên îslamî dest bi operasyoneke giran kiriye.
Di encama vê operasyonê de, rewşa mirovî û ewlehî li başûr rojavayê vî welatî û parêzgeha Deraayê ketiye jêr metirsiyeke mezin.
Di encama vê rewşê de, bêhtir ji 270 hezar welatiyên sivîl koçber bûne, ji wan jî weke ku Neteweyên Yekbûyî ragihandiye, 40 hezar kes li ser sînorê Urdinê asê mane.
Niha jî opozisyon behsa egera hebûna pevtêgihişinekê dike, ku di navbera Amerîka û hikûmeta Sûriyê de pêk hatibe. Belgeya opozisyonê jî ew e ku Amerîka li hember van êrîşên artêşa Sûriyê, bêdeng maye.
Hinek çavdêrên Kurd jî dibînin, ku eger hikûmeta Sûriyê niyeta wê hebe, ku êrîşî ser bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bike, dibe ku Amerîka bi heman awayî li hember wê êrîşê bêdeng bimîne.
Bi nerîna wan çavdêran, berê li Efrîn, Minbic û Til Refetê jî, Amerîka bêdeng mabû. Êdî bi egera encamdana guşarekê yan êrîşekê ji aliyê hikûmetê ve dê ne dûr be ku helwesta Amerîka li beramber rewşa bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, weke helwesta wê ya li beramber rewşa Deraayê be, ku opozisyon dibêje; Amerîka pişta xwe daye me û ligel hikûmetê gihiştiye rêkevtineke nihênî, Ev nerîna ku serokê Desteya Bilind a Danûstandinan, Nesir Herîrî ragihandiye.
Pêşketina ku hêzên artêşa Sûriyê li başûr-rojavayê vî welatî bi dest dixin, li cem hinek şirovekarên kurd, tê wê wateyê ku hikûmet, li beramber bêdengiya Amerîkayê, berê xwe bide navçeyên bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse