Moskow (Rûdaw) - Pisporên Rûs li ser maseya girover encamên sala yekem a birêvebiriya nû ya li Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Beşdar li ser wê hemnêrîn bûn ku dê ji bo serokatiya nû ya Sûriyeyê gelekî zehmet be kontrola xwe li ser tevahiya welêt bisepîne û birêvebiriyeke çalak ava bike.
Bi nêrîna hevbeş, Sûriye dê demeke dirêj bi nezelaliyê re rûbirû bimîne û nikare di paşerojê de wekî dewleteke yekgirtî û navendî bimîne.
Pisporê Navenda Lêkolînan a Prîmakovê Nîkolay Sukhov nêrînên xwe wiha anîn zimên:
“Ne pêkan e ku Sûriye wekî dewleteke unîter bimîne.
Lewra, defakto li Bakurrojhilatê Sûriyeyê Xweseriya Kurdan heye.
Li başûr herêma Siwêdayê fiîlen cuda bûye.
Berav jî dikele û divê herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de jî neyên jibîrkirin.
Ew herêm jî ji mêj ve xwedî desthilateke xwe û aboriya xwe ye û şêniyên wê herêmê êdî Tirkî diaxivin.”
Ji serdana Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer a Moskowê ya 15ê Çiriya Pêşîn ve, dîplomasiya Rûsyayê hewlên xwe yên ji bo baştirkirina pêwendiyên bi Şamê re çalaktir kiriye.
Heta Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov xemxwiriya xwe ya ji bo pergala siyasî ya Sûriyeyê jî anî ziman.
Lavrov ji desthilata nû û ji dewletên cîran xwest ku xweseriya Kurdan qebûl nekin.
Lêbelê, nêrîna dîplomat û siyasetnasan berovajî vê yekê ye.
“Enqere dikare siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan biguhere”
Dîplomat û Balyozê Mezin Vîktor Smîrnov wiha axivî:
“Rûsyayê ti carî daxwaz nekiriye bê ka Sûriye divê çawa be. Bila Sûriye bi xwe biryarê bide.
Lê bila carinan bala xwe bide pêwendiyên me yên li gel Çeçenan.
Ew Çeçenên ku 25 sal berê li dijî artêşa me şer dikir, niha li Ukraynayê li gel artêşa me ji bo berjewendiyên Rûsyayê şer dikin.
Loma, divê li ser daxwazên otonomiyê li hev bike, eger na, dê Sûriye wekî dewlet nemîne.”
Rojhilatnas Amur Gadjiyev jî bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê:
“Enqere jî dikare siyaseta xwe ya li hemberî Kurdên Sûriyeyê biguhere û pê razî bibe ku li wî welatî Kurd bibin xwedî mafên siyasî.”
Li gorî piraniya pisporên Rûs, sala borî erkê herî sereke yê Moskowê parastina kontrola xwe ya li ser baregehên leşkerî yên li Tertûs û Himêmîmê bû.
Moskowê ew der di dema desthilata Beşar Esed de ji bo 49 salan kirê kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse