Şerê li Helebê dijwartir dibe

05-08-2016
RÛDAW
Nîşan Helep Rûsya Mûxalefet
A+ A-

Helep (Rûdaw) – Li bajarê Helebê şer û pevçûnên di navbera hêzên artêşa rejîmê û komên mûxalîf de berdewam dike. Ji aliyê din ve xelkên sivîl dibin qurbaniyê şer.

 

Operasyona bi navê “Xezeba Helebê” ku ji aliyê hêzên mûxaalefetê hatiye destpêkirin, berdewam dike. Tê gotin ku operasyona vê carê bi her awayî li ser kontrolkirina tevahiya Helebê ye.

 

Di heman demê de civaka navdewletî jî dixwaze agirbesteke yek hefteyî li Helebê bê ragihandin û di vê mijarê de Amerîka çavê wê lê ye ku plana B li Sûriyê pêkbîne, ji ber ku diyar dibe ku pêvajoya siyasî li Sûriyê zehmet e serbikeve.

 

Ziyanên mezin digihin xelkê

 

Çavkaniyên medyayî radigihînin ku bi dehan kes ji xelkê svîl bi sedema êrîşên ezmanî yên  balafirên şer ên Rûsya û Sûryê bûne qurbanî ku jin û zarok jî di nav de hene.

 

Çalakvanekî ji bajarê Helebê raghand,  balafrên şer ên Rûsî  êrişî ser  taxa Firdews, Meşhed, Selahedîn û Ensarî kir û di heman demê de  balafrên şer ên hikûmeta Sûryê jî bi  tangan êrişî ser taxên  Cisir el-Hec, Sikrî û Ensarî kirin û di encam de bi  dehan kes bûne qurbanî.

 

Li bajarê Himsê jî  hêzên Artêşa Sûriyê  navçeyên Ristin û Tilbîse bombebaran krin û di encam de hijmareke  kesên sivîl  bûne qurbanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst