Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ragihand ku ji niha û pê ve hemû pêgehên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, wekî "hedefên leşkerî yên rewa" tên dîtin û dê bên armanckirin.
Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku ev gav piştî wê yekê tê ku wan hêzan (HSD) aloziyên xwe ber bi taxên din ên bajarê Helebê ve berfireh kirine û li dijî welatiyên sivîl "komkujî" kirine.
"Ji baregehên HSDyê dûr bikevin"
Di daxuyaniyê de hişyarî ji niştecihên sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat dayîn ku di demeke herî zû de ji baregeh û navendên leşkerî yên HSDyê dûr bikevin da ku canê wan parastî be.
Her wiha Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ji bo derketina welatiyan du korîdorên mirovî yên ewle vekirine ku ew jî "Deriyê Ewariz" û "Deriyê Kolana Zuhûrê" ne.
Artêşa Sûriyeyê destnîşan kir ku ew derî dê heta saet 15:00ê îro piştî nîvro vekirî bimînin.
Du roj in şer û pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Asayîşa Eşrefiyê û Şêxmeqsûd û komên çekdar û Artêşa Sûriyeyê de berdewam dikin.
"Dixwazin me bikişînin nav şer"
Berpirsa Hêzên Asayîşa Navxwe ya Helebê Axîn Nûcanê ragihand, ev 6 meh in ew hêz dixwazin wan bikşînin nav şer, rojane binpêkariyan dikin û sedemekê peyda dikin da ku bi wan re şer bikin û bi çekên xwe guleyan li hêzên navxwe dikoşînin.
Berpirsa Hêzên Asayîşa Navxwe ya Helebê got, "Komên çekdar di nava 24 saetan de 4 caran bi dronên xwekuj (bombebarkirî) êrişî ser me kir."
"Me ferman daye ku bi tundî bersivê bidin"
Axîn Nûcanê li ser destpêkirina şer jî wiha got:
"Şer doh beriya nîvro dest pê kir, wan bi dronan êrişî hêzên me kir û du hevalên me şehîd bûn, me jî êrişî du baregehên wan kir.
Pişt re şer berfireh bû, wan bêyî ku cudahiyê bixin navbera sivîl û leşkeran taxên Kurdan ên Helebê topbaran kirin."
Nûcanê di dawiyê de tekez kir, "Piştî ku hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê bi awayekî korane xelkê sivîl û hêzên me topbaran kirin, me ferman daye hêzên xwe ku bi tundî bersiva wan bidin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse