Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji fermandarê berê yê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) "Ebû Mihemed Îranî" li nav mala xwe ya li bajarokê Kefer Texarîmê yê Îdlibê hat kuştin.
Ebû Mihemed berê di nav HTŞyê de fermandar bû ku ew kom wê demê ji aliyê Ebû Mihemed Colanî (Serokkomarê niha yê Sûriyeyê Ehmed Şer) ve dihat birêvebirin.
Li gorî zanyariyan, 28ê Îlona 2026an kesek bûye mêvanê Ebû Mihemed.
Wî mêvanî dema xwarina taştê de rasterast gule li Ebû Mihemed reşandine û piştre reviyaye.
Guman li ser pirsgirêkeke malbatî ye
Hêzên ewlehiyê yên herêmê ji bo komkirina delîlan yekser derdora cihê bûyerê dorpêç kir.
Her çend di destpêkê de wekî sûîqesteke siyasî ya li dijî fermandarên leşkerî dihat dîtin jî nîşanên destpêkê didin xuyakirin ku bûyer bi sedemeke kesane û malbatî rû daye.
çavkaniyeke herêmî da zanîn ku guman heye kujer birayê hevjîna Ebû Mihemed bixwe be.
Fermandarê çekdarên biyanî bû
Ebû Mihemed wekî yek ji serkirdeyên tundrew ên Sunî dihat naskirin.
Li gorî hinek çavkaniyên nefermî, ew bi eslê xwe Kurd bûye û di nav HTŞyê de fermandariya çekdarên biyanî kiriye.
Nakokiyên kevn ên li herêmê
Ev bûyer di demekê de ye ku herêm di nav zincîreyeke êriş û armancgirtina serkirde û endamên berê yên komên Îslamî de derbas dibe ku piştre tevlî HTŞyê bûbûn.
Çavkaniyên xwecihî yên Sûriyeyê diyar dikin ku hin ji van êrişan peywendî bi kîn û nakokiyên kevn ên serdema berî rûxîna desthilata Beşar Esed û pêkanîna hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re hene.
Beriya vê bûyerê jî 18ê Tîrmeha borî, çekdarên nenas li ser rêya Xan Şêxûn û Deriyê Tubeyşê yê li başûrê Îdlibê endamekî Hêzên Ewlehiya Navxwe kuştibû.



