Asayîşê komên ku êrişî taxên Kurdan ên li Helebê dikin eşkere kirin

Duh li 11:35
RÛDAW
Nîşan Heleb Şerê li Helebê Şêx Meqsûd Eşrefiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Helebê daxuyaniyeke nû belav kir û nasnameya wan komên ku êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin eşkere kir.

Asayîşê ragihand ku ew kom di lîsteyên cezayên navneteweyî de ne û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê rasterast piştgiriya wan dike.

Asayîşa Helebê diyar kir ku li gorî dîmenên ku endamên wan koman bi xwe belav kirine, hêzên beşdar ev in:

Firqeya 62yan: (Wekî Firqeya Suleyman Şah-Emşat tê naskirin)

Firqeya 72yan: (Wekî Firqeya Sultan Murad tê naskirin)

Firqeya 76an: (Wekî Firqeya Hemzat tê naskirin)

Firqeya 80yî: (Wekî Tevgera Nûredîn Zengî tê naskirin)

"Tawanên şer dikin"

Asayîşê di daxuyaniyê de got:

"Ev komên çekdar ji roja damezirandina xwe ve bi wekalet şer dikin û ti carî nebûne beşek ji projeyeke niştimanî.

Ew heman kom in ku li Siwêda û beravên Sûriyeyê komkujî kirine û xwedî dosyeyeke reş a tawan û binpêkirinan in."

Asayîşê hikûmeta Sûriyeyê tohmetbar kir û da zanîn:

"Tevî vê dosyeya reş, ev kom ji aliyê Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê ve tên parastin û ev yek aliyê sponsor dike şirîkê berpirsyariya siyasî, exlaqî û yasayî."

Bîlançoya dawî

Li gorî daxuyaniyê, heta niha di encama êrişan de:

“8 sivîl şehîd ketine.

52 sivîl birîndar bûne.

Herî kêm 300 xanî ziyan dîtine.

Bi dehan saziyên xizmetguzarî û bijîşkî bûne armanc.”

Asayîşê ev êriş wekî "tawana şer û binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî" bi nav kir.

Aloziya li Helebê roja Sêşemê piştî topbarana giran a komên hikûmeta Şamê dest pê kir.

Hevserokê Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Nûrî Şêxo, berê ji Rûdawê re ragihandibû ku wan daxwaza alîkariyê ji Serok Mesûd Barzanî kiriye.

Serok Barzanî jî di peyamekê de hişyarî dabû ku "gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan heye" û bangî aliyan kiribû ku şer rawestînin.

Fermandariya Giştî ya HSDyê red kiribû ku hêzên wan li bajêr hebin û ragihandibû ku hikûmeta Şamê ciwanên revandî wekî "mertalên zindî" bi kar tîne.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê û Senatorê Amerîkî James Risch jî bangî aliyan kiribû ku şer rawestînin û vegerin ser maseya dan û standinan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst