Salih Muslim: Ti xetên sor ên Kurdan bo Şamê nînin

07-08-2018
RÛDAW
Nîşan Salih Muslim TEV-DEM Sûriye Encûmena Sûriyeya Demokratîk Danûstandin Kurd Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê derbarê danûstandinên navbera Encûmena Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyê de dibêje: "Herdu aliyan bêyî mercên pêşwext dest bi gotûbêjan kirine û armanca sereke jî di qonaxa yekem a civînan de pêkanîna baweriyê di navbera herdu aliyan de ye." Muslim herwiha dibêje, ji bo gotûbêjan, ti xetên sor ên kurdan li hember Şamê nînin.

 

Salih Muslim di hevpeyvînekê de ragihandiye, ku di civînên qonaxa yekem ên navbera şanda Encûmena Sûriya Demokratîk û hikûmeta Sûriyê de zêdetir bal li ser wê yekê bû ku herdu alî hev binasin, nakokiyên navbera xwe diber çav re derbas bikin, jihev fam bikin û heta niha ti mijareke serekî di navbera wan de nehatiye behskirin.

 

Muslim daye zanîn, di civînê de biryar hatiye dayîn ku lijneyek were pêkanîn û civînên din bên kirin, lê heta niha dema civîna duyem nehatiye diyarkirin. Muslim, herwiha dibêje, armanca sereke ya civînan ew e ku projeia otonomiya demokratîk a Bakurê Sûriyê û herwiha maddeya 7 a destûra Sûriyê gotûbêj bikin ku peywendiya wê maddeyê bi îdareyên lokal ve heye.

 

Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê wê yekê jî red dike, ku hikûmeta Sûriyê lîsteyeke ji 12 daxwazan pêk tê dabe şanda Encûmena Sûriya Demokratîk û dibêje, herwiha di civînê de tiştek derbarê pirsa radestkirina Heseke, Reqa û Dêrezorê de nehatiye qalkirin.

 

Salih Muslim dibêje ku ti baweriyek di navbera herdu aliyan de nîne, lewra qonaxa yekem bo çêkirina bawerî û pêşandana nêta pak bûye û di qonaxên din de danûstandinên ciddî destpê dikin.

 

Li ser wê yekê ku gelo baweriya Encûmena Sûriyeya Demokratîk bi hikûmeta Sûriyê heye, Muslim gotiye: "Di warê fikrî de guhertin bi ser Şamê de hatine, lewra bi hişyarî tevdigerin û herwiha dem jî pêşan dide ka hikûmeta Sûriyê di vexwendina bo danûstandinê de çiqasî rastgo û nêtpak bûye."

 

Muslim dibêje: "Ti xetên sor ên Kurdan nînin, xwedan ziman, kultur û sîstema xwe ne û divê hikûmeta Sûriyê helwêsta xwe li beramber biguhere û hevdem daxwazên Encûmena Sûriya Demokratîk jî ne tenê daxwazên Kurdan e, lê daxwazên hemû pêkhateyên navçeyê ne."

 

Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim tekez kir ku ji bo çûna Şamê destûrê ji kesî wernagirin, di biryarên siyasî de serbixwe ne û ew bi xwe biryar didin çi bikin an çi nekin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst