Şam (Rûdaw) - Bavekî 70 salî li taxeke Kurdan a Şamê bi hêviya vegera du kurên xwe ye ku sala 2012an di dema desthilata Beasê de hatibûn girtin û çavên xwe ji venaqetîne.
Çarenivîsa wan ji wê demê ve ne diyar e û dayîka wan jî ji ber hesreta wan koça dawî kiriye.
Ridwan Mihemed Îbrahîmê jidayîkbûyê sala 1985an û birayê wî Ehmedê jidayîkbûyê sala 1991ê ji ber pevçûneke bi cîranê xwe yê leşker re hatibûn girtin.
“Me tiştek fêm nekir”
Bavê wan Mihemed Xelef Îbrahîm çîroka xwe ya biêş ji Rûdawê re vegot:
"Sala 2012an zarokên min birin. Çar zarokên min û hevalekî wan bûn. Du zarokên min piştî 15 rojan vegeriyan lê 2 yên din û hevalê wan heta niha nehatine.
Me tiştek fêm nekir û me nizanîbû li ku derê ne. Piştî ketina Esed em çend caran çûn Seydnayayê û cihên din jî lê qet xuya nekirin."
Çîroka Mihemed Xelef Îbrahîm ne tenê çîroka malbatekê ye, ew êşa bi hezaran malbatên Kurd û bi sed hezaran malbatên Sûriyeyî tîne zimên.
Di dema desthilata Beasê de, bi tometên wekî "xiyaneta li niştimanê", bi hezaran kesên ku li dijî hikûmetê û siyaseta wê serî hildida, dihatin desteserkirin û çarenivîsa gelekan ji wan heta niha jî ne diyar e.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêka kûr, Desteya Niştimanî ya Windabûyên Şerê Sûriyeyê ya ku saziyeke ser bi hikûmeta demkî ve ye, dest bi gavan kiriye.
Desteyê bi sê rêxistinên cîhanî yên taybet bi dosyeya windabûyan re rêkeftina karê hevbeş îmze kiriye.
Yek ji karên wan ên sereke dê komkirina agahiyan û pêkanîna pişkinînên DNAyê yên ji bo gorên komî be.
Serokê Desteya Niştimanî ya Windabûyên Şerê Sûriyeyê Mihemed Rîda Cilxî li ser armanca xwe got:
"Armanca me ya sereke bihêzkirin û zêdekirina xebata navneteweyî û xwecihî di warê windabûyan de ye.
Her wiha armanca me ew e ku em ji bo piştgirîkirina desteya niştimanî û karînên wê alîkariya teknîkî û şêwirmendiyê pêşkêşî saziyan bikin."
150-300 hezar winda
Nûnera Komîsyona Navneteweyî ya Kar û barên Windabûyan (ICMP) Kathryne Bombergerê asta trajediyê raxist pêş çavan û got:
"Em texmîn dikin ku di heyama 54 salên desthilata malbata Esed de ji 150 heta 300 hezar kesî li Sûriyeyê winda bûne û çarenivîsa wan ne diyar e."
Serokê Şanda Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) li Sûriyeyê Stefan Kaelin jî amarên xwe parve kirin:
"Li Sûriyeyê di heyama 14 salên borî de, me 38 hezar nav li cem xwe tomar kirine ku ev kes winda ne, çi di şer de winda bûne, çi di zindanan de, çi jî li ser rêya koçberiyê ya ber welatekî din ve."
Beşdarên konferansê yên ku ji kesên pispor û şareza pêk dihatin, diyar kir ku dosyeya windabûyiyan ew qasî mezin e ku ne bi rojekê û ne jî bi du rojan tê çareserkirin û pêdivî bi xebateke salên dûr û dirêj heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse