Li herêma Tirkmenan şer: 2 fermande û 4 leşker hatin kuştin

08-06-2016
RÛDAW
Nîşan Sûriye Laziqiye Çiyayê Tirkmenan Dijbere Şer
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Şer û pevçûnên giran di navbera hêzên çekdar ên girêdayî dijberyê û leşkerên Sûriyê li Çiyayê Tirkmenan de derket û di encamê de 2 fermande û 4 leşkerên Sûriyê hatin kuştin.

 

Li gorî zanyariyan, îro çarşemî 8ê Hezîran a 2016ê li herêma Çiyayê Tirkmenan a girêdayî parêzgeha Laziqiye ya Sûriyê şer û pevçûnên dijwar di navbera leşkerên wî welatî û çekdarên dijbereyê de derketin.

 

Çekdarên dijbereyê li gundekî Çiyayê Tirkmenan yê girêdayî Lazqiyê, êrîşî karwaneke hêzên Hikûmeta Sûriyê kirin.

 

Li gorî dîmenên ku piştî êrişê hatine belavkirin, eşkere dibe ku çekdarên Firqeya Duyem a Beravî ku hêzeke çekdar a dijbereya Sûriyê ye, êrişî karwaneke hêzên hikûmeta li Girê Ebû Elî dikin, ku li Çiyayê Tirkmenan ê girêdayî parêzgeha Laziqiyeyê ye.

 

Ji aliyê xwe ve jî saziyeke mafê mirovan li sûriyê ragihand, ku di encama êrişên çekdarên dijbereyê li gundewarê Lazqiyê de, 2 fermande û 4 leşkerên Artêşa Sûriyê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst