Hikûmeta Sûriyeyê: Em tevlî dan û standinên li Parîsê nabin

09-08-2025
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Sûriyeyê HSD Şam Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Sûriyeyê li ser “Konferansa Yekhelwestiya Bakurrojhilatê Sûriyeyê” daxuyanî da û diyar kir ku ew dê tevlî dan û standinê Parîsê nebin.

Hikûmetê Sûriyeyê got, “Hikûmet tekez dike ku ev kongre derbeyek li hewldanên danûstandinên heyî xist. Li ser vê bingehê, ew ê beşdarî ti civînên ku li Parîsê hatine plankirin nebe û dê li gel ti aliyên ku hewl didin serdema rejîma berê di bin her navekî an perdeyekê de vejînin.”

Doh li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê” hat li darxistin.

Nêzîkî 500 siyasetmedar, rewşenbîr, şêxên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên Suryan-Asûr-Kildan, Ermen, Tirkmen, Çerkes, hevserokên Rêveberiya Xweseriya, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û rêxistinên jinan, keşîşê Cizîrê û Firatê Marmaros Amsîh, Yekitiya Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Şêx Dr. Murşîd Xeznewî beşdarî konferansê bûn.

Hikûmeta Sûriyeyê konferans bi tundî rexne kir û li ser konferansê got:

Hikûmeta Sûriyeyê tekez dike ku mafê welatiyan ê ji bo kombûna aştiyane û diyaloga avaker, çi li ser asta herêmên wan be, çi jî li ser asta niştimanî be, mafekî parastî ye ku dewlet wî misoger dike û han dide, bi şertê ku di çarçoveya projeya niştimanî ya giştî de be ku li ser bingeha yekîtiya Sûriyeyê ya ax, gel û serweriyê ye.

Hikûmet tekez dike ku komên olî û neteweyî xwedî mafê tam in ku nêrînên xwe yên siyasî diyar bikin, civînên xwe li dar bixin û partiyên xwe di çarçoveya yasayî ya niştimanî de ava bikin, bi şertê ku çalakiyên wan aştiyane bin, li hemberî dewletê çekê ranekin û nêrîna xwe li ser şêwazê Dewleta Sûriyeyê ferz nekin.

Şêwazê dewletê ne bi lihevkirinên fraksiyonî lê bi rêya destûreke mayînde ku bi referanduma gelêrî tê pejirandin, tê yekalîkirin, bi awayekî ku beşdariya hemû welatiyan li ser bingeha wekheviyê misoger dike.

Mafê her welatiyekî heye ku nêrînên xwe yên li ser dewletê pêşkêş bike lê ev yek bi rêya diyaloga giştî û sindoqên dengdanê pêk tê, ne bi rêya gefê an jî hêza çekdar.

“Konferans ne projeyeke niştimanî ye”

Tişta ku li bakurê rojhilatê welêt qewimî, ne çarçoveyeke niştimanî ya giştî ye lê belê hevbendiyeke lawaz e ku aliyên ji serkeftina gelê Sûriyeyê û rûxandina serdema rejîma berê zerer dîtine û hinek aliyên ku nûnertiya pêkhateyên Sûriyeyê bi awayê emrê waqih bi dest xistine yan jî hewl didin bi dest bixin, di nav xwe de dihewîne. Van aliyan bi piştevaniya derve, ji bo ku ji berpirsiyariyên paşerojê birevin û prensîbên Dewleta Sûriyeyê yên li ser bingeha yek artêş, yek hikûmet û yek welat înkar bikin, serî li kongreyên bi vî rengî didin.

Hikûmet bi tundî mazûvankirina kesayetiyên cudaxwaz û yên ku di karên dijminane de cih girtine şermezar dike ku ev yek binpêkirineke eşkere ya Peymana 10ê Adarê ye.

Hikûmet HSD û serkirdatiya wê bi tevahî berpirsiyarê encamên vê yekê dibîne û vê kongreyê wekî hewldanekê ji bo navneteweyîkirina karûbarên Sûriyeyê, anîna destwerdanên biyanî û ji nû ve ferzkirina sizayan dihesibîne ku HSD berpirsiyariya wê ya yasayî, siyasî û dîrokî hildigire ser xwe.

Vê kongreyê hewl da ku pêşniyarên dijberî Peymana 10ê Adarê pêşkêş bike, çi bi banga avakirina bingeha artêşeke niştimanî ya nû, çi bi ji nû ve nirxandina daxuyaniya destûrî, yan jî bi guhertina dabeşkirinên îdarî, tevî ku lihevkirinê bi eşkereyî destnîşan kiribû ku divê hemû sazî û dezgehên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê tevlî saziyên dewletê bibin û maf li ser bingeha jêhatîbûnê ne li ser bingeha endamtiyê bên misogerkirin.

Ev kongre binpêkirina wan berpirsiyariyan e ku Hikûmeta Sûriyeyê dest bi cîbicîkirina wan kiriye, di nav de avakirina Desteya Dadweriya Veguhêz û destpêkirina karên wê û her wiha rêya diyaloga niştimanî ya ku Hikûmeta Sûriyeyê meha Sibatê dabû destpêkirin û heta ku welat bigihîje ewlehiyê dê berdewam bike.

Kongre xwe ji cîbicîkirina berpirsiyariyên agirbestê û yekxistina saziyan dûrxistinek e û berdewamiya binpêkirina lihevkirinê ye.

Di heman demê de, ew perdeyek e ji bo polîtîkayên guhertina demografîk a sîstematîk a li dijî Erebên Sûriyeyê ku ji aliyê tevgerên Kurdî yên tundrew ên ku fermanên xwe ji Qendîlê werdigirin ve tê cîbicîkirin.

“Divê dan û standin li Sûriyeyê bibin”

Çawa ku ev gav rêbaza wan kongreyên ku beriya serxwebûnê hewl didan Sûriyeyê parçe bikin tîne bîra mirov, Hikûmeta Sûriyeyê tekez dike ku gelê Sûriyeyê yê ku ew plan pûç kirin û dewleta serbixwe ava kir, dê îro jî van projeyan têk bibe û bi bawerî ber bi avakirina komara duyem ve biçe.

Hikûmet tekez dike ku ev kongre derbeyek li hewldanên danûstandinên heyî xist.

Li ser vê bingehê, ew dê beşdarî ti civînên ku li Parîsê hatine plankirin nebe û dê li gel ti aliyên ku hewl didin serdema rejîma berê di bin her navekî yan perdeyekê de vejînin, li ser maseya danûstandinê rûnenê.

Hikûmet bangî HSDyê dike ku bi awayekî cidî beşdarî cîbicîkirina Peymana 10ê Adarê bibe û her wiha bangî navbeynkarên navneteweyî dike ku hemû danûstandinan veguhezînin Şamê, ji ber ku ew navnîşana rewa û niştimanî ya diyaloga di navbera Sûriyeyiyan de ye.”

“Konferansa Yekhelwestiya Bakurrojhilatê Sûriyeyê” doh bi encamnameyekê bi dawî bû û Serokê Meclisa Êla El Teyiyê ya Ereb Hesen Ferhan encamnameya konferansê xwend.

Îradeya hemû pêkhateyan hat temsîlkirin

Hesen Ferhan  diyar kir konferans di qonaxeke nîştimanî ya hestiyar de û bi berpirsyariyeke hevbeş li hemberî rewşa heyî û paşero welat hat lidarxistin û got:

“Di konferansê de vîna nûnerên ji tevahî pêkhateyên herêmê wekî Kurd, Ereb, Siryan, Asûr, Tirkmen, Ermen û Çerkes amade bûn.

Pêkhateyan pabendbûna xwe ya hevbeş li hemberî rêveçûna nîştimanî ya demokratîk a berfireh a li ser bingeha pirrengî, şirîkatî û hemwelatîbûna wekhev nîşan da.”

Beşdarên konferansê amaje bi kûrahiya dîrokî û dewlemendiya çandî ya pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û her wiha rewşa piştguhkirin û dûrxistina ku bi dehên salan ji aliyê sîstemên navendî yên li pey hev ve rastî wê hatine, kir

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst