Çekdaran cenazeyê endameke Asayîşê ji avahiyê avêt xwarê

10-01-2026
RÛDAW
Nîşan Şêx Meqsûd Heleb Jin Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê, dîmenekî nû belav bû ku hovîtiya şer û binpêkirina pîvanên exlaqî ji aliyê komên çekdar ve radixe ber çavan.

Hat diyarkirin ku komên çekdar cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ji qatên bilind ên avahiyekê avêtine xwarê.

Li ser torên medyaya civakî dîmenekî biêş ê ji taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê belav bû.

Di dîmenan de tê dîtin ku komên çekdar Artêşa Ereban a Sûriyeyê bêrêziyê li cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin.

Bi dirûşman avêt xwarê

Çekdaran cenazeyê endma Aasyişê ji qata sêyem a avahiyekê avêtine xwarê.

Di vîdeoyê de tê bihîstin ku çekdar dema vê kiryarê dikin dirûşma "Allahu Ekber" berz dikin.

"Bi saetan li ber xwe da"

Heta niha nasnameya wê endama Hêzên Ewlekariya nehatiye eşkerekirin.

Lê belê li gorî gotina çekdaran bi xwe, ew şervan sekvan bûye û beriya ku canê xwe ji dest bide bi saetan bi tena serê xwe li hemberî wan li ber xwe daye.

Ev dîmenên ku bi lez belav bûn, bûn sedema nerazîbûneke mezin û wekî "sûcê şer û binpêkirina pîvanên mirovî" hatin pênasekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst