Hewlêr (Rûdaw) - Piştî şerekî tund di navbera Tehrîr El-Şam û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, Tehrîr El-Şam piraniya parêzgeha Idlibê û rojavayê Helebê kontrol kir.
Hikûmeta Înqaz ya ser bi Desteya Tehrîr El-Şam ve, ango Cebhet El-Nusreya berê, karîbû desthilata xwe li ser hemû parêzgeha Idlibê û rojavayê Helebê bisepîne, ew jî piştî ku Tehrîr El-Şam li gel Cebheya Niştîmanî ya ji bo Rizgarkirinê ya ser bi Tirkiyê ve rêkeftinek pêk anî bû. Vê yekê jî karvedanên nerênî li cem xelkê bajarê Mierêt El-Numan li Başûrê Idlibê li pey xwe anîn.
Welatiyekî bi navê Omer Xetîb dibêje: “Ev kontrolkirina bi temamî dê gelek sedeman têxe destê dijminên milet, Îslam û Sûriyê daku Idlibê wêran bikin, em dixwazin yek artêş hebe ji bo welat biparêze.”
Ji xelkê bajarokê Binniş, Munzir Seyîd diyar dike: “Ez nerehet im ji ber tiştê ku çêbû, ev yek dê rê bide artêşa rejîmê ku derbasî Idlibê bibe, ev yek dê Idlib bike Reqayeke din.”
Mihmûd Semek jî dibêje: “Bi rastî bi hatina hikûmeta Inqaz em ne kêfxweş in, ku hemû dever kontrol kir, berî her tiştî ew ne hikûmet e, ew jî wek hikûmeta Beşar Esed e, wê bi rêya hêzê xwe ferz kiriye, şoreşger ji deverê derxistin, desthilatek leşkerî ye, em ditirsin di her gavê de hikûmeta Inqaz navçeyê radestî rejîmê bike.”
Hikûmeta Inqaz a ser bi Desteya Tehrîr El-Şam ve di Mijdara 2017an de li bakurê Sûriyê hat damezrandin, ji 11 wezaretan pêk tê, di Kanûna heman salê de hişyarî da hikûmeta opozisyonê li navçeyê, piştre hemû dever birêve bir, hikûmeta Inqaz hemû deriyên sînorî û yên hevbeş bi parêzgehên Heleb û Hemayê re kontrol dike, herwiha projeyên xizmetguzariyê li Idlib û derdora wê pêşkêşî xelkê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse