ŞAM - Êrişa li dêrê: 'Piraniya kuştî û birîndaran zarok, jin, kal û pîr in'

23-06-2025
Dilxwaz Mihemed
Dêra ku êriş lê hatiye kirin û şahidên êrişê /Wêne: Rûdaw Grafîk
Dêra ku êriş lê hatiye kirin û şahidên êrişê /Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Şam Sûriye Êriş Dêra Mar Elyasê
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Şahidekî êrişa li Dêra Mar Elyasê ya Şamê got, "Piraniya qurbaniyan zarok, jin, kal û pîr bûn."

Birêvebirê Karûbarên Siyasî yên Herêma Şamê Ehmed Tuhme jî got, "Em piştgiriyê didin pêkhateya Xiristiyanan."

Li Şama paytexta Sûriyayê, li Dêra Mar Elyasê ya li taxa Diwêlayê êrişeke xwekujî di dema nimêjê de ji aliyê DAIŞê ve pêk hat.

Li gorî şahidên bûyerê, êrişkar bi çekên kalaşnîkovan ketine nav dêrê, gule reşandine û pişt re yekî ji wan xwe di nav xelkê de teqandiye.

"Piraniya qurbaniyan zarok, jin, kal û pîr bûn"

Şahidê bûyerê Georg Dawûd wiha behsa êrişê kir, "Li ber derî du zilamên çekdar hebûn, wan dest bi gulebaranê kir.

Ew ketin nav hewşa dêrê û gule reşandin. Bi gulebaranê ber bi deriyê dêrê ve çûn.

Li ber deriyê dêrê, guleyên wan xilas bûn. Yek ji wan nêzîkî sê metreyan ket hundirê dêrê û xwe teqand.

Cihê teqînê eşkere ye, wekî kortekê lê çêbû. Dîmen pir xirab bû. Piraniya qurbaniyan zarok, jin û kal û pîr bûn."

Di dema nimêjên roja Yekşemê de, bi giştî di navbera 100 û 150 kesî de diçin Dêra Mar Elyasê.

Li gorî amarên fermî yên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê, di wê êrişê de 22 kes hatine kuştin û 63 kesên din jî birîndar bûne.

Pêşbînî tê kirin ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

"Em piştgiriyê didin Xiristiyanan"

Birêvebirê Karûbarên Siyasî yên Herêma Şamê Ehmed Tuhme diyar kir ku tedbirên ewlehiyê hatine wergirtin û got:

"Bê guman, em hemû niştecihan piştrast dikin ku tîmên ewlehî û polîs li her derê ne.

Wan li derdora Diwêyla, Bab Tûma û hemû dêran kordoneke ewlehiyê ya xurt daniye û em piştgiriyê didin pêkhateya Xiristiyanan."

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyayê da xuyakirin ku êrişkar girêdayî DAIŞê ye.

Berî niha jî Amerîkayê hişyarî dabû ku egera êrişên terorîstî li cihên giştî yên Sûriyayê heye û daxwaz ji welatiyên xwe kiribû ku xwe ji wan cihan biparêzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst