کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Şervanên HSDê

Şervanên HSDê

middleeast

Fermandarê Artêşa Sûriyê: Piştî Dêrezorê emê Qamişlo û Hesekê jî bigrin

Dilxwaz Behlewî

Dilxwaz Behlewî

12-09-2017
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Dilxwaz Behlewî
Dilxwaz Behlewî12-09-2017

Nûçeyên Têkildar

Li Îranê ji ber konserekê cezayê qamçiyan li hundermendekê hat birîn
ÎRAN23-11-2026

Li Îranê ji ber konserekê cezayê qamçiyan li hundermendekê hat birîn

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê
TIRKIYE23-11-2026

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê

Sebah Numan: Navên êrişkarên Kormorê dê werin eşkerekirin
Hevpeyvîn23-11-2026

Sebah Numan: Navên êrişkarên Kormorê dê werin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – He jî şerê li dijî DAIŞê li bajarê Reqayê xilas nebûye lê çav vegeriyane ser operasyona Dêrezorê. Tê pêşbînîkirin, ku li Dêrezora rojhilatê Sûriyê, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta Sûriyê de pozberî û milmilaneyeke raste rast rûbide. Şareza dibêjin dê şerê Dêrezorê ji şerê Reqayê girantir û zehmettir bibe.

 

Biryar bû, ku HSD êrîş bike ser Dêrezorê û ji bo vê yekê encûmeneke leşkerî jî hate avakirin. Lê Artêşa Sûriyê beriya wan êrîş bire ser bajêr û di demeke kurt de pêşveçûneke berçav kir. Niha hêzên Artêşa Sûriyê û ew hêzên piştevaniya hikûmetê dikin, li firokexane û taxên dorpêçkirî yên Dêrezorê gihiştine hev.

 

Bajarê Dêrezorê çima giring e?

 

Dêrezor yek ji parêzgeha herî giring a Sûriyê ye û bi samanên petrol û çandiniyê dewlemend e. Piraniya nîştecihên wî ereb in. Hejmareke kêm jî kurd û ermen li bajêr dijîn. Dêrezor dikeve ser rûbarê Feratê, ku yek ji çavkaniya sereke ya avê ye li Sûriyê.  

 

Dêrezor 450 kîlometreyan dûrê Şama dîmeşqî paytext e û 265 kîlometre jî ji bajarê Qamişlo dûr e. Herweha, 320 kîlometre jî ji Helebê dûr e. Beşeke mezin a bajarê Dêrezorê ev 3 sal in di bin destê DAIŞê de ye. DAIŞê firokexaneya Dêrezorê û herêmên giring ên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê jî dorpêç kiriye. Lê piştî 3 salan hêzên hikûmetê karîn vê dorpêçê bişkînin.

 

Generalê Sûriyeyî: Amerîka HSDê bikar tîne

 

Pisporê stratejiyên leşkerî li Artêşa Sûriyê General Heysem Husên ji Rûdawê re got: “Artêşa Sûriyê li başûrê bajêrê Dêrezorê dorpêça DAIŞê şkînand û gihişte hêzên Fewca 137. Niha li gel lîwayên zirxpoş û bi hemahengiya li gel hêzên hevpeymanan Sûriyê, berdewamiyê didin pêşveçûna xwe.”

 

Bi gotina Heysem Husên, di qonaxa pêş de dê hêzên hikûmeta Sûriyê berê xwe bidin Meyadîn û Elbûkemalê. Bi vî awayî serweriya xwe bigihînin ser sînorê Sûriye û Iraqê.

 

General Heysem Husên got: “Ti hemahengiyek di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û hevpeymaniya navdewletî ya Amerîka pêşengiya wan dike, nîne. Amerîka dixwaze serwerî û hejmûna xwe ya li herêmê zêdetir bike. Ji bo vê armancê jî HSDê bikar tîne.”

 

Dema ku Artêşa Sûriyê ji başûrê Dêrezorê ve operasyon dikir, HSDê ragihand, ku wan ji bakûrê bajêr ve dest bi operasyona Dêrezorê kirine.  

 

Hinek şareza di wê baweriyê de ne, ku dê şerê Dêrezorê gelek giran be û dibe di navbera HSD û Artêşa Sûriyê de şer jî çêbibe.

 

Lê Heysem Husên vê egerê dûr dibîne û dibêje: “Artêşa Sûriyê rê nade ti hêzeke din, piştî kontrolkirina bajêr hejmûna xwe bi ser xaka Sûriyê de bisepîne, yan jî hewla parçekirina xaka Sûriyê bide. Piştî şerê DAIŞê, dê Artêşa Sûriyê bajarên Hesekê û Qamişlo jî bixe bin rikêfa xwe.”

 

Nivîskar Pîrê: Rejîm xewna şeytan dibîne

 

Ji aliyê din ve, nivîskar û siyasetmedarê nêzîkî PYDê Kadar Pîrê diyar dike: “Pêşveçûnên HSDê tenê ji bo têkbirina DAIŞê ye. Ji ber ku hebûna vê penceşêrê li Sûriye û Iraqê, ji bo hemû cîhanê û bi yatbetî jî ji bo welatên herêmê gef e.”

 

Li ser egera pevçûnên di navbera HSD û Artêşa Sûriyê de Kadar Pîrê dibêje: “Bêguman pevçûneke leşkerî çênabe. Ji aliyê hizrî û sîstema birêvebirinê jî ciyawaziyên mezin di navbera herdu aliyan de  hene. Yek ji wan dîktatoriyeke merkezî ye û ya din jî giştgir e. HSD daxwaza demokrasî û federalîzmê dike, aliyê din jî tenê berjwendiyên xwe û berdewamkirina sîstema dîktatoriyê difikire.”

 

Rejîma Sûriyê HSDê bi cîbicîkirina acendaya hêzên derve tometbar dike. Li hember vê Kadar Pîrê dide xuyakirin: “Kurdan gelek sûd ji Amerîkayê wergirtin. Çimkî Amerîka li pey berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ye. Li gorî hevsengiya 2+2=4 kar dike. Dibe ev bike 5 lê ti caran nake 3. Em weke kurdan di xala sifirê de bûn lê niha ji sedî 50 destkeftên me hene. Ji bilî vê me piştgiriya navdewletî jî bidest xistiye. Me sîstemeke federalî damezrandiye û keyanekî demokratîk ava kiriye. Me DAIŞ ji navçeyê dûr xistiye.”

 

Generalê Sûriyeyî dibêje ew dê piştî Dêrezorê vegerina bajarên Qamişlo û Hesekê. Kadar Pîrê dibêje: “Ev xewneke ku rejîma Sûriyê dibîne. Dixwaze careke din van deveran kontrol bike lê ji bo rizgarkirina van bajêran kurdan gelek xwîn rijandine. Xewna wan weke xewna şeytan a çûna beheştê ye.”

 

Li gorî şirovekaran dê şerê Dêrezorê ji bo parvekirina desthilat û serweriya li ser xaka Sûriyê dê bibe şerê çarenivîsaz. Hêzên herêmê û yên navdewletî dixwazin giraniya xwe daynin ser vê xalê da ku di qonaxa pêş a çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê de destê xwe bihêz bikin.

 

Nûçeyên Têkildar

Li Îranê ji ber konserekê cezayê qamçiyan li hundermendekê hat birîn
ÎRAN23-11-2026

Li Îranê ji ber konserekê cezayê qamçiyan li hundermendekê hat birîn

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê
TIRKIYE23-11-2026

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê

Sebah Numan: Navên êrişkarên Kormorê dê werin eşkerekirin
Hevpeyvîn23-11-2026

Sebah Numan: Navên êrişkarên Kormorê dê werin eşkerekirin

Pirsên