Bi sedan ciwanên Sûrî bi kom berê xwe didin sînorê Tirkiye

14-09-2022
Hisên Omer
Li Tirkiyê bi hezaran penaberên Sûrî xwe ji bo çûna Ewropa amade dikin
Li Tirkiyê bi hezaran penaberên Sûrî xwe ji bo çûna Ewropa amade dikin
Nîşan Sûriye Îdlib Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Idlibê ku di bin destê çekdarên Cebhet El Nusre de ye, bi sedan ciwanên Sûrî bi kom berê xwe didin sînorê Tirkiye. Ew dixwazin derbasî Tirkiyê bibin ji bo ku ji wir tevlî karwanekî penaberan bibin û berê xwe bidin sînorê Ewropa.

Bi sedan ciwanên Sûrî li parêzgeha Idlibê bi kom berê xwe didin sînorê Tirkiye. Mebesta wan ne mana li Tirkiyê ye, lê ew dixwazin tevlî karwanekî din ên penaberan li Tirkiyê bibin û bi hev re bi dehhezaran berê xwe bidin sînorên welatên Ewropî. Çekdarên Heyeta Tehrîr el Şam rê li wan girtin. Rojnamevanekî Sûrî ku li navçeyên Desteya Tehrîr dijî, di tomarekê de, got ku çekdarên Desteya Tehrîr ne tenê li penexwazan, lê belê li medyakaran jî dan.

Derbarê mijarê de Rojnamevan Hadî Ebduleh got: “Desthilatên vir, Heyet, li şûna ku li dixwazên van ciwanan bigihêje û eniyên şer li pêş wan veke da ku bajar û bajarokên xwe yên dagîrkirî rizgar bikin, tê û li wan dide û li me dide ji ber ku em hewl didin dengê xelkê bigihînin."

Penaxwazekî Sûrî ku nû ji Tirkiyê sînorên çend welat bi qaçaxî derbas kiriye û berî 3 mehan gihiştiye Nemsa, çîroka xwe bi hûrkarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re vegot, û sedemên derketina xwe ji Tirkiyê diyar kirin.

Penaxwaz Mistefa Hebeş got: “Sedema kuçberiya min rekezperestiya kirêt ku li dijî me Sûriyan li Tirkiyê dihat kirin. Me mafên xwe wernedigirtin wek penaber, wek penaxwaz, an jî heta wek mêvan wek çawa serokê Tirkiyê em binavkirin. Gotareke regezperest li dijî me dihat vegotin û bi sedema hilbijartinan zêde dibû, zêdebarî ku em wek kaxeteke siyasî dihatin bikaranîn da ku partiyên opozisyonê destkeftan bidest bixin û heta partiya desthilatê  û hikûmet jî destpê kir siyasetên nû yên tund û sitembar li ser me Sûriyan sepandin.”

Ji çend rojan ve, hejmarek çalakvan û medyakar ku li Tirkiyê penaber in bangewaziyê ji bo amadekirina karwanekî bi dehhezarên penaber dikin. Ew hewl didin ku ew karwan bi kom berû Ewropa birê bikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst