Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê eşkere kir, ku dewleta Sûriyê xwe amade dike, ku tevahiya axa welatê xwe bihost bi bihsot vegerîne bin kontrola xwe.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a hikûmeta Sûriyê SANA, roja pênşemiyê li baregeha Wezareta Derve ya Sûriyê li bajarê Şamê hevdîtinek di navbera berpirsên wezaretê û şandeke welatê Morîtanya de birêve çû.
Di civînê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Fêsel Miqdad daye xuyakirin, ku artêşa Sûriyê gelek serkevtin li gelek navçeyan û bi taybetî li başûrê welat bi dest xistiye.
Fêsel Miqdad herwiha gotiye, wek berdewamiyekê ji van serkevtinan re, niha amadekarî ji aliyê dewleta Sûriyê ve têne kirin, daku tevahiya axa welat vegerîne bin kontola xwe.
Miqdad ev yek jî ani ziman, ku Morîtanya bi awayekî berdewam piştevaniya dewleta Sûriyê kiriye ji ber wê spasiya helweêsta wî welatî kiriye.
Di wan çend mehên dawiyê de, hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê li hemberî komên çekdar ên li dijî hikûmetê gelek serkevtin bi dest xistine.
Hêzên hikûmeta Sûriyê li gundewarên Şam a paytext û bi taybet Xûteya Rojhilat, parêzgeha Deraa, parêzgeha Siwêyda û herwiha parêzgeha Quneyterê, çekdarên opozisyonê neçar kirin, ku xwe radest bikin û ew dever xistine bin kontrola.
Herî dawî jî di medyayan jî amaje bi hewldan û amadekariyên hêzên hikûmeta Sûriyê bo êrişkirina ser Idlibê û kontrolkirina wê parêzgehê dikin, ku niha di bin kontrola hêzên opozisyonê de ye.
Li aliyekê din nêzîkî %30ê axa Sûriyê jî di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye, ku Rêveberiya Xweser wan herêman birêve dibe. Pêştir Serokê Sûriyê Beşar Esed di daxuyaniyekê de gotibû, ku ew dê kontrola xwe li ser tevahiya axa welat bisepînin û gefa bikaranîna hêzê jibo kontrolkirina herêmên did estê HSDê û YPGê de kiribû.
Di wan du heftiyên dawiyê de jî, Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk dest bi danûstandinê li gel hikûmeta Sûriyê kiriye û heta niha du şandên wê rêveberiyê bi fermî serdana Şam a patexta Sûriyê kirine û bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin pêk anîne.
Herwiha hêzên opozisyonê jî li parêzgeha Idlibê ku di bin kontrola wan de ye, xwe ji egera êrişa artêşa Sûriyê re amade dikin û ji çend roj berî niha ve berheviyên xwe bo şer dikin. Komên çekdar ên opozisyonê li Idlibê di jêr serpireştiya Tirkiyê de, hêzeke yekgirtî bi navê Artêşa Niştimanî ava kirine û dest bi rahênan û perwerdeyên leşkerî kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse