Şeybanî: Kurd dikarin erkên bilind wergirin

18-10-2025
RÛDAW
Nîşan Eshed Hesen Şeybanî Rojavayê Kurdistanê Sûriye Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê diyar kir ku Kurd dikarin "erkên bilind" wergirin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî di hevpeyvîneke bi medyaya Sûriyeyê re de qala Peymana 10ê Adarê ya bi Mezlûm Ebdî re kir û ragihand:

"Em dixwazin pirsgirêka bakurrojhilatê Sûriyeyê bi rêkeftinê çareser bikin.

Dema wê hatiye ku hêzên leşkerî û ewlehiyê bikevin nav Wezaretên Karên Navxwe û Parastinê."

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê amaje pê kir ku wan çend civîn bi nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re kirine û şeva borî jî nûnerên HSDyê bi parêzgarên Hims, Heleb û Şamê re civiyane da ku li ser birêvebirina kar û barên parêzgehan agahdar bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî got:

"Her tişt ji bo gotûbêjê vekirî ne lê federalî û dabeşkirin nayên gotûbêjkirin."

Eshed Şeybanî li ser nerazîbûnên HSDyê yên li hemberî hikûmeta Sûriyeyê da zanîn ku HSDyê rexne li daxuyaniya destûrî girtine û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ji HSDyê re gotiye, "Dê her tişt werin çareserkirin".

Şeybanî her wiha tekez kir ku Şer dixwaze "bakurrojhilatê Sûriyeyê û HSD bibin beşek ji Sûriyeya paşerojê".

Şeybanî eşkere kir ku HSD li ser diyarkirina "Roja Newrozêya  wekî Roja Dayîkan dilgiran bûye" lê Ehmed Şer ji wan re gotiye:

"Eger hûn bi me re bûna û we pêşniyar bikira, bêguman ev yek dihat guhertin."

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê li ser pirsgirêkên wan ên bi Kurdan re amaje pê kir ku ti pirsgirêkên wan bi Kurdan re nînin û anî ziman:

"Kurd li Sûriyeya berê qurbanî bûn û wan êş kişandin, heta niha jî zêdetirî 200 hezar Kurd bê nasname ne û hikûmeta niha dikare vê pirsgirêkê çareser bike.

Êdî Kurd dikarin erkên bilind wergirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst