Hewlêr (Rûdaw) - Li Idliba bakurê rojavayê Sûriyê, li çiyayê Barîşa, gundê Qelb Lozê yê Durzînişîn Dêra Qelb Lozê wek semboleke dîrokî yaşûnwariya Mesihiyan wek xwe maye. Li gor dîroknasên Sûrî, ew dêr berî zêdetirî 1500 sal hatiye avakirin û tekez dikin, ku ew dêr dapîra Dêra Noterdam e, berî Dêra Noterdam bi 800 sal Dêra Qelb Lozê hatiye avakirin.
Li gor dîroknasên Sûrî, Dêra Qelb Lozê di nîvê sedsala pêncem a Zayînî de hatiye avakirin û tekez dikin ku ew dapîra Dêra Noterdam e, wate Dêra Noterdam berî 800 salî li gor Dêra Qelb Lozê hatiye avakirin ku berî çend rojan li Fransayê şewitî.
Derbarê vê yekê de dîroknasê Sûrî Fayiz Kessare dibêje: “Dema em derbasî dêrê dibin, em dibînin bê çawa kevan li ser stûnan hatine danîn, li jor neqşeke pincarî ya Yesûh Mesih heye, ku wêneyê wî li ser hatiye danîn, li derdorê gelek neqşên pincarî yên deverê hene, mînak wek pelên tirî, herwiha perdaxa Yesûh Mesih destnîşan dike jî heye."
Dîroknasên Sûrî dibêjin, Dêra Qelb Lozê ciwantirîn dêra Mesihiyan e ku di serdema Bezentiyan de hatiye avakirin. Tê gotin ku ew dêr di serdema Qeddîsê Mesihî yê navdar Semaan Amûdî de hatiye çêkirin.
Fayiz Kessare diyar kir ku Dêra Qelb Lozê wek Dêra Noterdam a Qûtî ye û wiha pê de çû: “Di Teslîsê de, ew jî jihevcudabûn li çep-nav-rast diyar dibe. Em li nav dêrê 3 burc, 3 qat û 3 pencereyan dibînin, ew jî bo nûnertiya Ab-Ibin û Rûh El-Qudis e, em dikarin li vê derê burcê duyem bibînin, herwiha bi 3 qat û pencere û sîstema ronîkirinê, heman sîstema Noterdam e berî şewitandinê."
Dêra Qelb Lozê 35 kîlometre dikeve bakurê rojavayê Idlibê, bilindbûna dêrê 25 metre û panbûna wê 15 metre ye, ji Dihlîz, Hola Mezin, Heykela Beyt El-Qudis, Odeya Şehîdan û Odeya Keşeyan pêk tê. Çar derî, 9 pencereyên mezin, bi dehên stûnên kevankirî û neqişkirî yên wê hene ku navên melayîketan li ser wan hatiye nîvisandin.
Li gor dîroknasên berê û yên niha ti dêreke Mesihiyan li cîhanê wek a Qelb Lozê nehatiye avakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse