Li Sûriyê 4 hikûmet û 4 paytext

16-06-2023
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Videografîk: Rûdaw
Videografîk: Rûdaw
Nîşan Sûriye Rêveberiya Xweser Rojava Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber şerê navxwe yê li Sûriyê ku ew zêdeyî 12 salan e dom dike, gelek guhertin di wî welatî de çê bûne, yek ji wan guhertinan jî di nexşeya erdnîgarî û nexşeya siyasî, leşkerî ya wî welatê de ye.

Bi navê Sûriyê yek welat heye ku di asta cîhanî de ji aliyê dewletan ve tê naskirin, paytexa wê Şam e û hikûmeteke wê ya fermî heye ku li Şamê ye, serokomar jî Beşar Esed e.

Lê li ser erdê, rewş bi temamî cuda ye, 4 hikûmet hene, 4 serok û 4 paytext hene.

Hikûmeta Sûriyê ku Beşar Esed serokkomarê wê ye, tevî şerê navxwe yê 12 salan bi piştgiriya Rûsya û Îranê li ser desthilatê maye û piraniya axa Sûriyê di kontrola wê de ye. Niha kontrola parêzgehên Şam, Himis, Hema, Laziqiye, Quneytere, Swêda, Deraa û beşeke Dêrezorê di destê hikûmeta Şamê de ye. Herwiha beşek ji bajarên Qamişlo û Hesekê di kontrola hikûmeta navendî ya Sûriyê de ye.

Li navçeyên di kontrola komên çekdar ên Itîlafa Opozîsyona Sûriyê de jî hikûmeteke din bi navê Hikûmeta Sûriyê ya Demkî heye, ku Tirkiye piştgiriya wê dike.

Navçeyên wek Efrîn, Ezaz, Cerablus, El-Bab, Serê Kaniyê û Girê Spî di kontrola wê hikûmetê de ne.  Serokê wê jî Ebdulrehman Mistefa ye.

Beşeke din ji axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di kontrola Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye û li wê derê jî hikûmeteke xwecihî bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê heye. Navenda wê bajarê Eyn Îsa li bakurê Reqayê ye.

Piraniya axa Rojavayê Kurdistanê û bi taybet bajarên giring ên wek Qamişlo, Heseke, Kobanî, Dêrik û Amûdê di kontrola Rêveberiya Xweser de ne.

Herwiha parêzgeha Reqa, beşeke mezin ji parêzgeha Dêrezorê, herêma Minbicê û Til Rifet jî di kontrola wê rêveberiyê de ne.

Li parêzgeha Idlibê ya li bakur rojavayê Sûriyê jî hikûmeteke din bi navê Hikûmeta Rizgariya Sûriyê heye. Herêm di kontrola Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusre) de ye ku Mihemed Colanî serokatiya wê dike.

Piraniya parêzgeha Idlibê, navenda bajarê Idlibê û bajarokên Cisir Şixûr, Sermeda û Erîha di kontrola wê hikûmetê de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst