Xelkê Şamê li ser banan temaşeyî mûşekên şerê Îran û Îsraîlê dike

20-06-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Şama paytexta Sûriyeyê li ser banên malan temaşeyî mûşekên şerê Îran û Îsraîlê dike.

Li asmanê Şamê û derdorê û heta digihêje başûrê Sûriyeyê mûşekên ku ji aliyê Îranê ve ber bi Îsraîlê ve tên avêtin wekî stêrkên rijiyayî diçirisin.

Lîstikvan Ehmed Meles anî ziman:

“Ez bi hêvî me em ji rejîmên Îran û Îsraîlê xilas bibin, her du rejîm dîktator in.

Gelên Sûriyeyê pir derd û êş ji wan dîtin lê ez li gel xelkê me, ez li gel gelê Filistînê me û li gel gelê Îranê me.

Gelek derd û êş ji dest rejîma dîktator dîtine û berdewam zêdetir jî dibînin.

Ez ne li gel rejîma Îranê û her rejîmeke dîktator im, rejîma Îranê beşdarî çewisandina şoreşa Sûriyeyê kiriye.”

Beşeke xelkê Şamê û xelkê Sûriyeyê bi giştî şerê Îsraîl û Îranê wekî tolhildaneke xwe dibînin.

Bi nerîna wan bi dehên salan wan zerer û ziyanên gelekî zêde ji her du welatan dîtine lê di heman demê de jî naxwazin agirê vî şerî bigihêje welatê wan.

Parêzer Beşîr Bedûr jî got:

“Dema dibihîzim zengilê hişyariyê li Tel Evîvê lê dide ez jî wekî hemû xelkê Sûriyeyê derdikevim ser ban da ku mûşekan li asman bibînim.

Dîtina wan 10 xulekan didome lê temaşekirina min ne bi wê dilxweşiya ku heye, tenê bi hêvî me ev mûşekavêtina çirûskedar û kujer li asman zû bi dawî bibe.”

Şerê Îsraîl û Îranê di roja xwe ya 8an de didome.

Ji destpêka şer ve nêzîkî 30 dron û parçeyên mûşekên Îranê li çend navçeyên Sûriyeyê ketin, bi taybetî li parêzgehên Quneytre û Derayê yên başûrê Sûriyeyê.

Roja duşemê ji ber ketina dronekê li ser malekê li parêzgeha Tertûsê jinek mir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst