Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer dê meha pêşiya me beşdarî Lûtkeya G7ê ya li Fransayê bibe.
Sê çavkaniyên agahdar ji Ajansa Reutersê re ragihand ku Sûriye dê meha pêşiya me wekî mêvan beşdarî civîna Lûtkeya G7ê (Koma Heftan) bibe.
Hat diyarkirin ku Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer dê nûnertiya Sûriyeyê bike.
Yekem car e Sûriye beşdar dibe
Ev yekem car e ku Sûriye ji sala 1975an û vir ve (ji dema damezirandina komê ve) beşdarî vê lûtkeyê dibe.
Çavkaniyan da zanîn ku dema Wezîrê Darayiyê yê Sûriyeyê Mihemed Yûsir Berniye destpêka vê hefteyê ji bo dan û standinên darayî li Parîsê bû, vexwendiname bi fermî radestî wî hatiye kirin.
Lûtkeya G7ê dê di navbera 15 û 17ê Hezîranê de li bajarê Evian-les-Bainsê yê li başûrê rojhilatê Fransayê were lidarxistin.
Tengava Hurmizê rola Sûriyeyê girîngtir kiriye
Rayedarekî Sûriyeyî eşkere kir ku dê rola Sûriyeyê ya wekî "navendeke stratejîk a ji bo zincîreyên dabînkirinê (lojîstîk)" were nirxandin.
Heman rayedarî da zanîn ku ev rol bi taybetî piştî girtina Tengava Hurmizê girîngtir bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse