Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, “Sûriye li ber rûxînê ye û eger Sûriye birûxê, wê demê şerê navxwe dê derkeve.”
Marco Rubio her wiha da zanîn, “Di rewşa derketina şerê navxwe de, Sûriye dê bibe qada DAIŞê û cîhadiyên din.”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi Komîteya Karên Derve ya Parlamentoyê re civiya.
Rubio her wiha dibêje, "Eger şerê navxweyî li Sûriyeyê derkeve, Îran dê li Sûriyeyê xurt bibe."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li ser xebaqta bi desthilata nû ya Sûriyeyê re anî ziman:
“Ti garantiyek nîne ku bi karkirina bi desthilata qonaxa veguhêz a Sûriyeyê re, hemû tişt dê xwedî encaman be.”
Rubio li ser rakirina cezayên Sûriyeyê amaje bi wê yekê da, eger Amerîkayê cezayên li ser Sûriyeyê sivik nekiribana, hevpeymanên wan nikaribûn alîkariya wî welatî bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse