Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ragihand ku plana wan tune li baregeha asmanî ya Ebû Zuhurê baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê were avakirin.
Şeybanî diyar kir ku wan ev yek bi awayekî zelal ji Îsraîlê re gotiye.
Wezîrê Sûriyeyê da zanîn ku ev baregeh ji aliyê Hêzên Asmanî yên Sûriyeyê ve hatiye sererastkirin da ku were bikaranîn.
Wî bal kişand ser serdana berpirsên leşkerî yên Tirkiyeyê ya li wê baregehê û got ku ew serdan di çarçoveya perwerde û hevkariya leşkerî de bûye.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê eşkere kir ku ew baregeh heta radeyekê vala ye û niha naxebite.
Wî her wiha nûçeyên li ser komkirina leşkerên Tirkiyeyê ya li wir red kir.
Şeybanî çarşemê ji Axiosê re axivî û got, "Ti niyeta me ya avakirina baregeheke Tirkiyeyê, hebûna leşkerî ya mayînde ya Tirkiyeyê yan jî bicihkirina hêzên Tirkan tune bû."
Hişyariya Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu berê gotibû ku wan berî êrişê hişyarî dabû Sûriyeyê da ku rê nede hebûna Tirkiyeyê ya li baregehê 3u anîbû zimên:
"Peyama me pir zelal bû: Mekin. Ez bawer dikim wan peyama me bi temamî fêm nekir."
Lê belê Şeybanî got ku ti hinceta rewa ya Îsraîlê ji bo wê bombebaranê tune.
Wezîrê Sûriyeyê diyar kir ku ew ji bo dan û standinên bi Îsraîlê re vekirî ne da ku alozî kêm bibe.
Wî destnîşan kir ku divê di peymanên di paşerojê de fikarên ewlehiyê yên her du aliyan werin liberçavgirtin û rêz li serweriya Sûriyeyê were girtin.
El-Şeybanî hişyarî da ku berdewamiya operasyonên Îsraîlê dê aramiya herêmê têk bibe.
Hevdîtina Mossadê û wezîrê Sûriyeyî
Li hêla din, ajansa nûçeyan a Reutersê li ser zarê sê çavkaniyan angaşt kir ku Serokê Sîxuriya Îsraîlê (Mossad) û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê hefteya borî bi rêya telefonê axivîne.
Hat ragihandin ku ev hevdîtin çend roj berî bombebarkirina baregeha asmanî ya li Sûriyeyê hatiye kirin û di hevdîtinê de hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin.
Eger ev nûçe were piştrastkirin, hevdîtina Serokê Mossadê Roman Gofman û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ya 14ê Tebaxê, dê bibe hevdîtina herî bilind a navbera Îsraîl û hikûmeta Ehmed Şer.
Li gorî nûçeyê, di hevdîtinê de mijara sereke piştgiriya leşkerî ya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê bûye.
Çavkaniyekê diyar kir ku hevdîtin li ser "pirsên Îsraîlê yên derbarê zêdebûna hêzên Tirkiyeyê, firotina çekan, dabînkirina dronan û mijarên din" hûr bûye.
Çi bûbû?
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê 18ê Tebaxê ragihandibû ku artêşa Îsraîlê êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhurê ya li Îdlibê kiriye û ev êriş şermezar kir.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku ev êriş “binpêkirineke eşkere ya serwerî û yekparçeyiya axa welêt e.”



